ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-07-2024
![ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-07-2024](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202407/image_870x_669adabf9e0a8.jpg)
Malbatên şehîdan û gerîla destnîşan kir ku di encama nokeriya PDK`ê ya li gel dewleta Tirk a dagirker de zarokên wan şehîd dibin û diyar kir ku HPG Başûrê Kurdistanê jî diparêze. (BI WÊNE Û DÎMEN).
Endama Desteya Serokatiya Partiya Suriyeya Pêşerojê Zelal Ceger destnîşan kir ku di şoreşa 19’yê Tîrmehê de pêşengiya jinê ya bi ramanên azadiyê, sîstema desthiladariya mêr berteref kiriye û ev bi serê xwe serkeftinek mezin e. (BI WÊNE Û DÎMEN).
Gaziya şer Arjîn Kobanê diyar kir ku weke jin û hevalên gazî berdêla wê çi dibe bila bibe wê Şoreşa 19’ê Tîrmehê biparêzin û pêş bixin. (BI WÊNE Û DÎMEN).
Sîstema perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser ku li ser hîmê netewa demokratîk hatiye avakirin, bi Meclisa Perwerde û Fêrkirinê re bi temamî civakî dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).
ANHA