Balafirên Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê geriyan

3 wesayîtên Îsraîlê derbasî gundê Meiriyê yê Hawiza Yermûkê yê rojavayê Derayê bûn, hemwextî wê balafir li asîmanê başûrê Sûriyeyê difirîn.

Balafirên Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê geriyan
2 mijdar, 2026   18:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), 3 wesayîtên hêzên Îsraîlê ketin gundê Meiriyê yê herêma Hawiza Yermûkê ya rojavayê Derayê û gihîştin herêma Hara El Tehtanî ya taxa rojava. 

Hemwextî ketinê, balafir li asîmanê parêzgeha Dera û deverên cuda yên başûrê Sûriyeyê difirîn.

Ev tevger, di çarçoveya derbasbûnêmn dubare yên hêzên Îsraîlê li deverêmn başûrê Sûriyeyê de pêk tên.

(f)