UNESCO: Di du salan de 189 rojnamevan û xebatkarên medyayê hatine kuştin

Li gorî UNESCO’yê, di navbera salên 2024 û 2025’an de li seranserê cîhanê herî kêm 189 rojnamevan, xebatkarên medyayê û afirînerên naveroka dîjîtal hatine kuştin.

UNESCO: Di du salan de 189 rojnamevan û xebatkarên medyayê hatine kuştin
2 mijdar, 2026   18:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) rapora xwe ya bi navê "Ewlehiya Rojnamevanan û Xetera Bêcezabûnê" ku di çarçoveya têkoşîna xwe ya li dijî bêcezabûnê ji bo sûcên li dijî rojnamevanan de hatiye amadekirin, bi boneya 2’ê Mijdarê, Roja Navneteweyî ya Bidawîkirina Bêcezabûnê ji bo sûcên li dijî rojnamevanan, weşand.

Li gorî raporê, rêjeya bêcezatiyê ji bo kuştina rojnamevanan di sala 2025’an de bi yek xalê zêde bûye û gihîştiye ji sedî 86’an. Ev yekem zêdebûn e ji sala 2012’an vir ve, dema ku heta sala 2024’an ji sedî 95 daketibû ji sedî 85’an. UNESCO kuştinên ku lêpirsînên wan ne encamdar in an jî hîn jî berdewam dikin, wekî di kategoriya bêcezatiyê de dibîne. Li gorî vê, di nêzîkî 6-7 kuştinên rojnamevanan de, sûcdar nayên darizandin.

Di raporê de ku her du salan carekê tê weşandin hatiye gotin, di salên 2024 û 2025’an de herî kêm 189 rojnamevan, xebatkarên medyayê û afirînerên naveroka dîjîtal ên ku di çalakiyên rojnamegeriyê de dixebitin hatine kuştin. Ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane 14 jin bûn. Ev heyama du salan di 10 salên dawî de wekî heyama herî kujer ji bo rojnamevanan hatiye tomarkirin.

Li gorî raporê, ji sedî 67 rojnamegerên  li herêmên şer ên wekî Filistîn, Yemen û Ukraynayê jiyana xwe ji dest dane. Filistîn di sala 2025’an de bi kêmî ve 32 rojnameger hatine kuştin û hejmara herî zêde ya kuştina rojnamegeran li wir hatiye tomarkirin.

Di raporê de hate destnîşankirin ku ji sedî 20 rojnamevanan di êrişên bi dronan de hatine qetilkirin. Her wiha îşaret pê hat kirin ku rojnamevan li malên xwe an jî dema ku çakêtên çapemeniyê yên ku pîşeya wan diyar dikin li xwe dikin, dibin hedef.

Di raporê de hate eşkerekirin  ku ji sedî 93 rojnamevanên jin dema ku şer û pevçûnan dişopandin jiyana xwe ji dest dane. Her wiha balê dikişîne ser rûbirûbûna nehevseng a rojnamevanên jin bi tacîz û çewisandina serhêl û neserhêl.

Li gorî lêkolînek ku ji hêla UN Women û Navenda Navneteweyî ya Rojnamevanan (ICFJ) ve di sala 2025’an de hatiye kirin, ji sedî 75’ê rojnamevanên jin hatin tacîzkirin. Di Lêkolînê de hate diyarkirin ku rêjeya jinên ku piştî şîdeta serhêl radigihînin şîdeta negirêdayî jî li wan hatiye kirin, ji sedî 20 di sala 2020’an de, di sala 2015’an de derketiye zêdetirî ji sedî 40’î

UNESCO‘yê di Cotmeha 2025’an de ji 78 welatên der barê pêvajoyên qanûnî yên têkildarî 1358 kuştinên rojnamevanan ên ku di navbera 1’ê Çileya 2006’an û 31ê Cotmeha 2025’an de qewimîne û hîn jî çaresernekirî ne, agahiyên nûjen xwest. Her wiha ji Tirkiyeyê der barê 9 dozên kuştina rojnamevanan ên ku neqediyane de agahî hat xwestin.

Ji dema ku UNESCO’yê di sala 2006’an de dest bi şopandina kuştina rojnamevanan kiriye, li çaraliyê cîhanê bi giştî 1641 rojnamevan hatine kuştin. Ev hejmar nîşan dide ku bi navînî her çar rojan carekê rojnamevanek jiyana xwe ji dest dide.