Ekrem Mehşûş: Hişmendiya şêniyan gotara kînê têk dibe

Şêwirmendê êla El Cibûr Ekrem Mehşûş der barê derxistina gotara kînê û fitneya di navbera pêkhateyan de li bajarê Hesekê ji hêla aliyên derve ve, hişyarî da û da zanîn ku hişmendiya civakî planên wan aliyan têk birin. 

Ekrem Mehşûş: Hişmendiya şêniyan gotara kînê têk dibe
3 mijdar, 2026   05:40
HESEKÊ
CÎHAN MIHEMED

Şêwirmendê êla El Cibûr Ekrem Mehşûş ji ajansa me re diyar kir ku ji ber bilindbûna asta hewldanên ji bo derketina li dijî hev, gotara nefretê û çandina tovên kînê di nava civakê de, qonaxa heyî ya ku herêm tê re derbas dibe, zehmet û hesas e. 

Ekrem Mehşûş da zanîn ku girêdanên dîrokî û bingeha xwedî kûrahî ya ji berê de dîwarekî esasî ye ku nahêle herêm ber bi tevliheviyê biçe.

ALIYÊN DERVE Û BANDORA SÎNORDAR

Mehşûş diyar kir ku aliyên derve bi awayekî zelal û sîstematîk ji bo derxistina fitneyê û ferzkirina rewşeke xirab a di navbera pêkhateyên civakê de xebatan didin meşandin, tevî van hewldanan tevna civakî hîn parastina girêdana xwe dike, bandora van projeyên xirab zêdetirî ji sedî 10`an bandorê nake, beşa herî mezin a civakê yekrêziya xwe parastiye û li hemberî gotara kînê derdikeve, girêdana xwe ya bi yekitiya nîştimanî û biratiya gelan ve nîşan dide.

BANGA DERBASKIRINA SLOGANÊN ŞOREŞÊ Û AVAKIRINA DEWLETÊ

Mehşûş bang li aliyên ku hîn têgîna “El Siwar” bi kar tînin kir ku careke din helwesta xwe li ber çavan derbas bikin, “hişmendiya şoreşê bi awayê xwe yê kevn qediyaye, îro herêm di pêvajoya entegrasyonê, avakirina saziyên dewletê û warê qanûnî re derbas dibe”.

Ekrem Mehşûş da zanîn ku armanca sereke ew e divê girêdana civakê bê parastin, berpirsyariya li hember nirx û mîrateyê, dûrî bikaranîna sloganan bê esasgirtin.

PÊKANÎNA QANÛNAN

Mehşûş diyar kir aliyên ewlehiyê bi awayeke xurt li hember kesên ku hewl didin istiqrarê têk bibin derdikevin, lê ev yek ji hêla hinek aliyên ku berpirsyartiya li beramberî pergala giştî red dikin, tê bikaranîn.

Mehşûş daxwaz ji aliyên peywendîdar xwest ku bi şêweyekî xurt hesab ji wan kesên ku xerabiyê dikin bixwaze.

Ekrem Mehşûş bal kişand ser mijara derketina xwepêşandanan û destnîşan kir ku li seranserî cîhanê xwepêşandan li gorî rêdayîna ji hêla aliyên peywendîdar wekî şaredarî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêk tê, li gorî wê aliyên peywendîdar ji aliyê xwe ve bi rêxistin dikin.

BIKARANÎNA ZAROKAN

Ekrem Mehşûş da zanîn ku di kombûyînan de sîfet û navên cuda tên bikaranîn, bi awayekî esasî zarok û ciwan bi rêya pereyan ji bo ku tevliheviyê çêkin, tên bikaranîn.

Şêwirmendê êla El Cibûr Ekrem Mehşûş diyar kir ku divê şênî, eşîr û pêkhate bi giştî li hember van tevgeran bisekinin.

(sb)

ANHA