Amerîka ji bo şidandina ambargoya li ser Îranê hêza "Irongate" ava kir

Artêşa Amerîkayê avakirina hêza"Irongate", ragihand. Li gorî artêşê, armanca avakirina vê hêzên şidandina ambargoya li ser Îranê, çavdêriya li rêyên veguhestina çekan û pêdiviyên qedexe û jêderên finansekirinê ye.

Amerîka ji bo şidandina ambargoya li ser Îranê hêza "Irongate" ava kir
7 mijdar, 2026   20:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Amerîkayê avakirina hêzeke nû ya mîsyonan bi navê "Irongate" ragihand. Li gorî artêşê, armanca avakirina vê hêzê ew  e ku tedbîrên astengkirina veguhestina çekan û pêdiviyên qedexekirî bo Îranê li seranserê sînorên bejahî û deryaya Xezarê xurt bike.

Navenda hêza nû dê li bajarê Tampa yê Florida be. Hêza behsa mijarê dê operasyonên xwe bi ajansên din ên hikûmeta Amerîka re koordîne bike.

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê Amîral Brad Cooper, bi daxuyaniyekê  ku li ser hesabê X‘ê parve kirine got, "Xurtkirina hevkariya di navbera Fermandariya Navendî û hevkarên li seranserê ajansên cuda yên Amerîkayê de dê kapasîteya Îranê ya fînansekirina terorê, ji nû ve avakirina kargehên çekan û pêşxistina şiyanên xwe yên leşkerî, sînordar bike."

Mîsyona "Irongate" di heman demê de betalkirina ew rêyên ku Îranê ji bo veguhestina teknolojî û materyalên dikarin ji bo armancên sivîl û leşkerî werin bikaranîn digire nav xwe. Her wiha dê çavkaniyên fînansekirinê yên ku cezayên Amerîkayê li ser wan hene, bike hedef.

(bb)