Li Polonyayê di êrişeke çekdarî de 5 kes hatin kuştin

Li nêzîkî meydana bazara sereke ya bajarê Krakowê yê li başûrê Polonyayê 5 kes di encama gulebaranekê de hatin kuştin û 10 kes birîndar bûn.

Li Polonyayê di êrişeke çekdarî de 5 kes hatin kuştin
7 mijdar, 2026   19:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku televîzyona N24 a Polonyayê ji dezgeha agirkujiyê wergirtine, 5 kes di encama gulebaranê de li nêzîkî meydana bazara sereke ya Krakowê ya li başûrê welêt hatin kuştin û 10 kes birîndar bûn.

Serokwezîrê Polonyayê Donald Tusk di nivîsekê de ku li ser X‘ê weşandiye got ku polîsan der barê bûyerê de lêkolînê dikin. Tusk destnîşan kir ku ew agahiyên li ser bûyerê ji Wezareta Karên Hundir werdigire.

(bb)