Partî û hêzên siyasî daxwaza fermîkirina zimanê Kurdî kir

Partî û hêzên siyasî yên ji Qamişloyê hewldanên li hember perwerdehiya bi zimanê Kurdî red kirin û diyar kir ku tu guhertineke ji nişka ve di zimanê mataryalan de dê bandoreke neyînî li ser proseya perwerdehiyê bike û hejmarek mezin a xwendekaran ji berdewamkirina xwendinê bê par bike.

Partî û hêzên siyasî daxwaza fermîkirina zimanê Kurdî kir
3 îlon, 2026   20:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Partî û hêzên siyasî yên ji Qamişloyê der barê biryara Wezareta Perwerdê ya xwendina zimanê Kurdî de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin bi dirêjahiya 12 salan ji temenê Rêveberiya Xweser û şoreşa Sûriyeyê gelê Kurd mafê xwe yê xwezayî û dîrokî yên perwerdehiya bi zimanê Kurdî bi dest xist. Proseya perwerdehiyê di tevahî qonaxên xwendinê de; ji zanistî, wêjeyî û heta zanîngehê bi rê ve bir û serkeftineke baş bêyî tu pirsgirêkan bi dest xist.

Di dirêjahiya van salan de bi sedan xwendekar û ciwan bi zimanê xwe yê dayikê fêr bûn û xwendin.

Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku îro, hemwextî proseya entegrasyonê rayedarên Şamê îdiayên bêbingeh dikin ku hînkirina bi zimanê Kurdî ne mumkin e.

Partî û hêzên siyasî da zanîn ku ev gavek xeternak û binpêkirina aşkera ya mafên gelê resen e ku li ser xaka xwe ya dîrokî dijî û redkirina zelal a mîsaqên navneteweyî wekî mafên zarokên cîhanê yên hînbûna bi zimanê xwe û çanda xwe heye. Ji wê zêdetirî ev biryar înkara ayetên Qurana pîroz in.

Li ser van bingehan partî û hêzên siyasî van nêrîn û nirxandinan parve dikin:

“Em hemû biryarên qismî yên ku mafê Kurdan ê fêrbûn û hînkirina bi zimanê dayikê bin pê dikin, red dikin.

Em daxwaz dikin ku perwerdehiya zimanê Kurdî li dibistanên fermî di hemû astan de, hem di şaxên zanistî, hem jî yên wêjeyî de, heta perwerdehiya zanîngehê, wekî salên berê, ji nû ve were destpêkirin û bicihkirin, wekî mafekî neteweyî û dîrokî ku nayê tawîzdan.

Ferzkirina her guhertinek ji nişka ve di zimanê mataryalan de gefê li sed hezaran xwendekaran dixwe ku ji berdewama perwerdehiya xwe bê par bimînin û ji ber ferzkirina zimanekî din dê pêvajoya perwerdehiyê ber bi hilweşînê ve bibe.”

Di dawiyê de hat gotin ku zimanê dayikê beşek bingehîn ji nasname û hebûnê ye û desteserkirina wê di bin hincetên siyasî yan jî îdarî de nayê qebûlkirin.

(f)