Ala Talebanî di hikumeta Iraqê de wezîfeya "Rawêjkara serokwezîr" wergirt

Jina Kurd Ala Talebanî di kabîneya hikûmeta nû ya Iraqê de wezîfeya ‘Rawêjkara Serokwezîr’ wergirt û ev wezîfe ji bo karûbarê jinan be.

Ala Talebanî di hikumeta Iraqê de wezîfeya "Rawêjkara serokwezîr" wergirt
17 hezîran, 2026   20:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Ala Talebanî weke jineke siyasetmedar a Kurd di kabîneya hikumeta nû ya Iraqê de wezîfeya ‘Rawêjkara Serokwezîr’ wergirt û ev wezîfe ji bo karûbarê jinan be.

Li gor nûçeya medyaya Iraqê, îro Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî bi fermî li ser biryara dest bi karkirinê ya Ala Talebanî wek  ‘Rawêjkara Serokwezîr bo Karûbarê Jinan’ îmze kir.

Biryare Ala Talebanî bi fermî sibe dest bi wezîfeya xwe ya ‘Rawêjkara Serokwezîrê Iraqê’ bike.