Koma Baronyan: Şano zimanê hemû reng û çandan e

Koma Baronyan a Ermenî ya ji bajarê Hesekê ku bi şanoya xwe ya bi navê "Bîra sêhir û gencîniya sozdayî tev li Mîhrîcana Şano ya Zarokan a Hêvî bû diyar kir ku şano jiyana hevbeş e û pira ku pêkhate, çand û zimanên cûda tîne cem hev.

Koma Baronyan: Şano zimanê hemû reng û çandan e
Koma Baronyan: Şano zimanê hemû reng û çandan e
Koma Baronyan: Şano zimanê hemû reng û çandan e
Koma Baronyan: Şano zimanê hemû reng û çandan e
Koma Baronyan: Şano zimanê hemû reng û çandan e
18 hezîran, 2026   07:50
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

1ˊemîn Mîhrîcana Şanoya Zarokan a Hêvî di 16 û 17‘ê Hezîranê (2026) de bi beşdariya 7 komên ji herêma Cizîrê li ser dika Navenad Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê hat lidarxistin. Mîhrîcan ji aliyê Tevgera Çand û Hunerê ve bi hevkariya Şanoya Çiya û Tevgera Hîlala Zêrîn bi diruşma "Şano bi zimanê dayikê xweş e" hat lidarxistin. 

Yek ji komên ku beşdarî mîhrîcanê bû, Koma Baronyan a Ermenî ya ji Hesekê ye. Koma Baronyan şanoya bi navê "Bîra bi Sêhr û gencîniya sozdayî" de pêşan da. Nivîskarê şanoyê Heros Mardikian e, derhêner Avid Shoukian e û ji hêla Mekerdich Katanjian ve hatiye çavdêrîkirin. Di şanoyê de 5 zarok û ciwan dilîzin.

PEYAMA ŞANOYÊ

Şano balê dikişîne ser gundekî ku mirovên sade (besît) lê dijîn. Kesên biyanî tên gund  û gotegotên belav dikin ku kanzeyên veşartî di gund de hene. Bi belavbûna van gotegotan de parçebûnek di nava gundiyan de çêdibe, hinek îdiayan bawer dikin û li pey xeyalên xwe dikevin û hin din jî bi aqilane nêzî mijarê dibin û hewl didin ku niyeta rastîn a wan kesên biyanî aşkera bikin. Di dawiyê de di têkbirina plana wan de bi ser dikevin.

Şano peymanê dide zarokan ku nekevin pey gotegotan an jî bi korî baweriyê bi  kesên biyanî neynin û beriya nîşandana tu helwestê girîngiyê dide fikirîn û analîzekirinê.

Lîstikvan Ivana Abramyan têkildarî mijarê ji ajansa me re got: "Me di dema provayan de gelek zehmetî kişandin, nemaze bi germahiyên bilind ên vê havînê. Lê gava em derdikevin ser dikê û têkiliya zarok û temaşevanan dibînin, em hemû westandina xwe ji bîr dikin, ji ber ku armanca me ya sereke ew e ku em peyama xwe bigihînin kesên amade."

Ivana wiha berdewamî da gotina xwe: "Ji bo min, şano ne tenê sehneyek û temaşevan e; ew ruhek e ku hêz û motîvasyonê dide min ku ez berdewam bikim. Em serbilind in ku em komek zarok û ciwanan in ku hewl didin armancek hevpar pêk bînin."

ŞANO CIHÊ JIYANEKE HEVBEŞ E

Çavdêrê pêşandanê Mekerdich Katanjian jî got ku bi armanca belavkirina kêfxweşiyê di nav zarokan de, gihandina peyamên perwerdehî û mirovî yên ku ew dikarin jê sûd werbigirin, kom dixwaze beşdarî festîvalên çandî û hunerî bibe.

Katanjian diyar kir ku pirrengiya mîhrîcanê yek ji xurtbûna wê yên herî mezin e û wiha li gotina xwe zêde kir: "Vê mîhrîcanê civak û zimanên cuda anî cem hev û bi ziman an çandekê ve sînordar nebû. Em wekî tîmeke Ermenî, bi zimanê Erebî pêşandanê dikin da ku peyama me bigihîje her kesî û bi beşdariya xwe em piştrast dikin ku gel û civakên Sûriyeyê ji bo jiyana hevbeş û hevkariyê, dûrî parçebûnê dikarin bixebitin."

Katanjian destnîşan kir ku amadekariyên ji bo performansê nêzîkî 2 meh û nîvan dom kir, perwerdehiya zêde di warê elokûsyon, şanogerî û jiberkirina senaryoyan de hatin dayîn, nemaze ji ber ku hin beşdar cara yekem derdikevin ser dikê.

Katanjian di dawiyê de got: "Şano tekane zimanê ku dikare çand û peyamên me bi awayekî rasterast û bi bandor bigihîne cîhanê. Em her gav hewl didin ku karê xwe pêşve bibin û di bûyerên pêşerojê de çêtirîn pêşkêş bikin."

(fr)

ANHA