Rûsyayê bajarokek li başûrê Ukraynayê kontrol kir

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku bajarokê Vasilkovoye yê li parêzgeha Zaporozhyeyê ya Ukraynayê kontrol kir û di nava 24 saetan de 2 mûşekên "HIMARS" û 680 dronên hatine xistin.

Rûsyayê bajarokek li başûrê Ukraynayê kontrol kir
9 mijdar, 2026   19:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wan di 24 saetên borî de bajarokê Vasilkovoye yê li parêzgeha Zaporozhyeyê ya Ukraynayê kontrol kir.

Wezaretê di daxuyaniyekê de diyar kir ku Hêzên Çekdar ên Rûsyayê, di çarçoveya êrişên leşkerî yên ku li herêmê berdewam in de, bajarokek Ukraynayê kontrol kir.

Di dewama daxuyaniya wezaretê de hat diyarkirin ku pergalên parastina Rûsyayê di heman demê de 2 mûşekên “HIMARS” ên Amerîkayê û 680 dronên Ukraynayê xistine xwarê.

(f)