Akademîsyen Mele Hacî: Ya ji Şamê tê xwestin ne tawîz e, lê guhertineke dîrokî ye
Siyasetmendar û akademîsyen Dr. Celal Mele Hacî destnîşan kir ku tişta ji desthilata Şamê tê xwestin ne dayîna tawîzan e, lê guhertineke dîrokî ya ber bi avakirina welatekî ve ye ku têra hemû gelê wê bike. Her wiha îşaret pê kir ku siberoja Kurdan li Sûriyeyê divê li ser esasê qebûlkirin, edalet, tevkarî û nenavnedîbûnê be.

Bi armanca ku mafên Kurdan û nûnertiya wan a rasteqîn di destûra siberojê ya Sûriyeyê de werin mîsogerkirin, dê şandeya Kurdan biçe Şamê û bi desthilata Şamê re dan û standinan bike.
Têkildarî mijarê, siyasetmedar û akademîsyenê Kurd Dr. Celal Mele Hacî yê li Zanîngeha San Diego ya Kalîforniyayê ya DYA’ê bersivên pirsên me dan:
Hûn beşdariya dîrokî ya Kurdan di avakirina Sûriyeyê de çawa dinirxînin?
Di dîrokê de beşdariya Kurdan di avakirina Sûriyeyê de girîng û sereke ye. Tevî arîşeyên siyasî û civakî yên li pêşberî Kurdan, lê em dikarin beşdariya wan li gorî çend xelan parve bikin:
Aliyê dîrokî û siyasî: Beriya serxwebûnê; Kurd di serdema Osmaniyan a li Bîlad El Şam de pêkhateyeke civakî ya çalakî bûn. Her wiha di tevgera nîştimanî ya li dijî Fransayê de cih girtin.
Piştî serxwebûnê (1946): Kurd beşdarî jiyana siyasî bûn û cihê xwe di hin partiyên nîştimanî de wekî Partiya Komunîst a Sûriyeyê de girt, her wiha beşdariya wan di parlamento û artêşê de jî hebû.
Qada çandî û civakî: Tevî zextên siyasî yên li dijî çanda Kurdan bi taybetî piştî salên 1960’î rewşenbîrên Kurd beşdarî qada çapemenî û wêjeyê bûn. Di warên wekî wêje, şano û hunera şêwekariyê de navên Kurdan derketin pêş.
Rola leşkerî û têkoşîn: Ji Kurdan gelek kes tev li artêşa Sûriyeyê bûn û beşdarî cengên mezin wek şerê 1948’an, şerê Tişrînê (1973) bûn. Di pêvajoya şoreşa Sûriyeyê û piştî wê de, bi taybetî di nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de roleke mezin di şerê li dijî DAIŞ’ê de pêk anîn û di qada navneteweyî de hatin pêşwazîkirin.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdariya Kurdan di avakirina saziyên alternatîf de: Kurd beşdarî avakirina pergaleke rêveberiyê ya xweser anku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn. Ev pergal xwe li gorî rêgezên demokasiya hevpar û temsîla neteweyên pirreng sazkar dike. Tevî gotegotên li ser vê pergalê jî, lê hewldaneke Kurdan a ji bo avakirina projeyeke siyasî û civakî di hundirê Sûriyeyê de ye.
Arîşe û dûrxistin: Kurd bi sedan salan hatin pişaftin û paşguhkirin. Di sala 1962’yan de bi deh hezaran Kurd ji nasnameya Sûriyeyê bê par hatin hiştin, fêrbûna bi zimanê kurdî hatibû qedexekirin û polîtîkayên erebkirinê li herêmên wan hatin meşandin.
Nirxandineke giştî: Tevî piştaftina siyasî û zextên li ser nasname û çandê jî Kurd beşdarî jiyana Sûriyeyê di qadên siyasî, leşkerî û çandî de bûn. Em dikarin bêjin ku beşdariya wan timî hebû, lê naskirina wan a bi fermî dereng hat.
Bi destpêka şoreşa Sûriyeyê re, Kurdan herêmên xwe parastin, hêza xwe ya leşkerî ava kir û parastina yekitiya Sûriyeyê ji teror û dagirkeriyê kir. Gelo rola vê yekê di avakirina Sûriyeya nû de çi ye?
Ji bo fêmkirina guhertin û veguhertinên kûr ji sala 2011’an ve tê re derbas dibin û rola Kurdan di van guhertinan de girîng û cewherî ye. Em dikarin bêjin ku rola Kurdan di parastina herêmên xwe de û avakirina saziyên leşkerî û sivîl de dê bandoreke mezin û rasterast di her projeyeke siberojê ya avakirina Sûriyeya nû de bike. Em dikarin der barê vê rolê de balê bikişînin ser van xalan:
PARASTINA YEKITIYA SÛRIYEYÊ Û TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TERORÊ
Piştî ku rejîm ji herêmên bakurê rojhilatê vekişiya (2012) Kurdan ji bo veqetandina ji Sûriyeyê hewldan nekirin, lê herêmên xwe parastin û banga yekitiya Sûriyeyê bi pirrengiya wî ya neteweyî û olî kir.
Piştre QSD û YPG’ê roleke navendî di têkbirina rêxistina DAIŞ’ê di şerê çarenûsî wekî Kobanê, Reqa û Minbicê de lîstin. Ev hêz di Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî terorê de stûnek bingehîn in. Her wiha ji nû ve hevsengiyên leşkerî li ser erdê Sûriyeyê de saz kirin.
AVAKIRINA MODELEKE RÊVEBERÎ YA SIVÎL-RÊVEBERIYA XWESER
Keda Kurdan di aliyê leşkerî tenê de sînordar nema, lê zêdetirî vê yekê modeleke rêveberî ya sivîl (Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê) ava kirin. Ev rêveberî bi rêya melcisên xwecih xwe dispêre nenavendîbûna demokratîk û beşdariya civakî û nûnertiya netewe û olên cuda (Ereb, Kurd, Suryan, Asur û Ermen). Tevî ku ev rêveberî di asta navneteweyî nehatiye naskirin, lê belê wekî alternatîfeke pratîkî ya hizira dewleta navendî ya yekalî ku di rêvebirina pirrengiya Sûriyeyê de têk çû.
TECRUBEYA PÊKVEJIYANÊ Û BEŞDARIYA ÇALAK
Li herêmên Rêveberiya Xweser rêgeza neteweya demokratîk hatiye aktîfkirin. Ev rêgez dûrî hegemoniya neteweyî an mezhebî ye, lê xwe dispêre tevkariya di navbera pêkhateyan de. Ev yekî jî ji bo avakirina Sûriyeya siberojê nêrîneke pêşketî nîşan dide ku li ser esasê naskirina mafên çandî û siyasî ya pêkhateyan e û tu xetereyan li ser yekitiya welat çênake.
DERSÊN AVAKIRINA DEWLETA SIBEROJÊ
Ji ber ked û rola Kurdan û ji bo avakirina Sûriyeya nû em dikarin bale bikişînin ser van hêmanên sereke:
Nenavendîbûn: Modeleke îdarî ye ku bêyî cudabûna ji dewletê mafên civakên xwecih qebûl dike.
Temsîla adilane: Pergaleke siyasî ye ku beşdariya tevahî netewe û olan mîsoger dike.
Naskirina nasnameyê: Pirrengiya çandî, zimanî û olî wekî faktora hêzê, ne ya gefan, qebûl dike.
Şerê li dijî terorê: Hêzên xwecih ên rêxistinkirî ne ku di çarçoveya nêrîneke nîştimanî de pabendî şerê tundrawiyê dibin.
Rola Kurdan piştî şoreşê ne tenê parastina herêmê bû, lê belê modeleke alternatîf a avakirina Sûriyeke nû ya li ser esasên demokrasî, pirrengî û nenavendî pêşkêş kir. Eger ev model di diyaloga nîştimanî ya giştî de were nîqaşkirin, dikare bibe bingeha destûrke nû ku tevahî pêkhateyan nas bike.
Ji bo siberoja Kurdan ji desthilata Şamê çi tê xwestin?
Divê Kurd wek pêkhateyeke sereke li Sûriyeyê di destûrê de werin qebûlkirin, divê Kurd ne wekî mêvan an koçber lê wek neteweyeke resen û kokdar li welatê xwe werin qebûlkirin. Divê nasnameyê bidin bi deh hezaran Kurdan ku ji sala 1962’yan ve ji nasnameyê bê par hatin kuştin. Tê zanîn ku zêdetirî 300 hezar Kurd ji nasnameyê bê par hatibûn hiştin. Vê yekî jî bandor li mafên wan ên kar, perwerde û milkiyetê kir. Divê bêyî şertan û bêyî derengî biryara dayîna nasnameyê ji bo van kesan bê dayîn. Divê mafên çandî û zimanê yên Kurdan, fêrbûna bi zimanê kurdî di dibistanên fermî li herêmên Kurdan de werin mîsogerkirin. Divê piştgiriya saziyên çandî yên kurdî were kirin, belavkirin û çapkirin û berhemên bi zimanê kurdî werin teşwîqkirin. Divê zimanê kurdî wek zimanê fermî û piştgirî li herêman Kurdan were naskirin. Divê nenavendîbûna rêveberî û siyasî were qebûlkirin û pergala nenavendî ya rasteqîn a rêveberiyên xwecih wek Rêveberiya Xweser ku kar û barên xwe yên aborî, fêrbûn û ewlehî di çarçoveyeke nîştimanî de were pêkanîn. Ev nayê wateya veqetandinê, lê belê tê wateya pêşxistina pergala rêveberiyê ku pirrengiya li Sûriyeyê diparêze û rê li ber dubarebûna navendîbûna çewsîner digire. Her wiha divê nûnerên rasteqîn ên Kurdan beşdarî proseya siyasî û nivîsandina destûrî were kirin, divê Kurd beşdarî dan û standinên Cinêvê yan çi proseyeke aştiyê û saziyên hikumeta derbasbûnê û siberojê werin kirin.
Divê QSD beşdarî pergala parastina nîştimanî were kirin û îtîraf bi rola wan a lehengî ya di şerê li dijî terorê de were kirin. Ji bo beşdariya rêxistinkirî û ya bi şer a vê hêzê di artêşa nîştimanî ya siberojê ya Sûriyeyê xebat were kirin. Divê tevlêkirina QSD’ê ya nava artêşa siberojê di çarçoveya lihevkirineke siyasî ya diyar de ku destkeftiyên pêkhateyan biparêze be. Divê siyasetên ewlehiyê yên çewsîner û binçavkirinan werin bidawîkirin, divê Kurdên ku ji ber sedemên siyasî an çandî hatibin girtin serbest werin berdan, divê saziyên ewlehiyê yên ku didin pey çalakvanên Kurd were jihevxistin û rê li ber xebata rewa ya siyasî û sivîl were vekirin.
Bi kurtasî, ne tawîz, lê guhertineke dîrokî ya ber bi weletekî ve ku têra hemû gelê wê bike ji desthilata Şamê tê xwestin. Siberoja Kurdên li Sûriyeyê divê li ser esasê naskirin, edalet, hevkarî û nenavendîtiyê were avakirin. Ne wisa be, welat dê di nava parçebûn û qeyranan de bimîne.
Şandeyeke Kurdan dê ji bo dan û standinan biçe Şamê. Ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd ê Rojava ji şandeyê çi tê xwestin?
Çûna şandeyek Kurd a yekbûyî bo dan û standinan bi Şamê re derfeteke dîrokî ya bêhempa ye, nabe ev derfet ji dest biçe. Daxwazên ji şandeyê divê di navbera mafên neteweyî yên bingehîn ên gelê Kurd li Rojava (Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê) û parastina yekitiya welat û serdestiya wê de hevseng be.
Daxwazên sereke yên ji şandeyê: Divê gelê Kurd û mafên wê yên neteweyî bi fermî werin naskirin, divê Kurd wek gelekî resen û pêkhateyeke sereke li Sûriyeyê di destûra bê de werin naskirin, divê zimanê kurdî wek zimanekî fermî li kêleka erebî were naskirin, divê mafên çandî, zimanî û fêrbûnê yên Kurdan werin qebûlkirin û Rêveberiya Xweser di çarçoveya dewleta Sûriyeyê de wek şêwazeke rêveberiya xwecih a nenavendî were qebûlkirin. Divê destûrek were sazkirin ku rayeyên Rêveberiya Xweser di perwerde, ewlehiya xwecih, rêvebirina jêderan û dadweriya xwecih de diyar bike. Armanc ne cûdabûn, lê belê mîsogeriyeke rasteqîn ji bo rêgirtina li ber vegera desthilata navendî ya çewsîner e. Divê beşdariya Kurdan di siberoja dewleta Sûriyeyê de were mîsogerkirin. Divê temsîla Kurdan di tevahiya saziyên dewletê (Parlamento, hikumet, artêş, desteyên destûrî) adilane be. Divê nûnerên Rojava beşdarî nivîsandin an nûkirina destûrê bên kirin.
Pirsgirêka nasname û edaleta pêvajoya derbasbûyî: Divê pirsgirêka kesên ku ji sala 1962’an ve ji nasnameyê bê par hatine hiştin, bi awayekî bingehîn û dawî were çareserkirin, divê tevahiyê girtiyên siyasî yên Kurd ên di girtîgehên rejîmê de werin berdan, divê ji bo lêkolînkirina sûcên rejîma berê yên li dijî gelê Kurd komîteyên hevbeş werin avakirin, da ku dûbare nebin.
Her wiha divê QSD beşdarî sazûmaniya dewletê were kirin û peymanek were îmzekirin ku van mijaran mîsoger bike:
Nabe QSD were fesihkirin an şerê wê were kirin, lê divê wek hêzeke xwecih li herêmên xwe beşdarî artêşa nîştimanî ya Sûriyeyê bê kirin, divê rêz li tayetmendiyên ewlehiya xwecih ên herêmên Rêveberiya Xweser were girtin.
Nabe bêyî garantiyên siyasî û destûrî yên rasteqîn ji şandeyê were xwestin ku çek deyne.
Mafên aborî û geşpêdanê li herêmên Kurdan: Divê mafên herêmên Kurdan di rêvebirina çavkaniyên xwe yên xwezayî, petrol û çandinî werin naskirin.
Bi armanca pêşxistin û jinûve avakirina herêmên bêpar mabûn, divê dewlet bûdceyeke adilane diyar bike, divê ev yek di bin çavdêriya hevbeş be.
Yekitiya Kurdî şertê bi hêz ê diyalogan e, divê şande bi dengekî siyasî biaxive. Diyaloga bi Şamê re nayê wateya xwespartina bi rejîmê, lê belê dehfek ber bi guhertineke rasteqîn ve ye. Eger lihevkirin çêbe garantiyên navneteweyî an jî çavdêr hebin.
(bb)
ANHA