Navenda çareserkirina pirsgirêkan û piştevaniya jinan; Mala Jinan

Mala Jinan a li kantona Reqayê ji bo hemû kesên ku dixwazin pirsgirêkên malbatî bi diyalogê çareser bikin, wek navendeke ewle û pêbawer tê naskirin.

Navenda çareserkirina pirsgirêkan û piştevaniya jinan; Mala Jinan
13 hezîran, 2025   03:45
REQA
DÎMA MIHEMED

Mala Jinan a girêdayî Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê, stûneke bingehîn a civakî ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên malbatan e. Dema çareseriyên qanûnî girêk dibin, Mala Jinan dibe cihê çaraseriyê. Mala Jinan modeleke alternatîf pêşkêşî dadgehan dike, xwe dispêre diyaloga civakê û armanc dike ku hevgirtina malbatê biparêze.

Mala Jinan di dawiya sala 2017'an de hate avakirin. Ew ji 3 endam û berdevkekê pêk tê û di nava 17 komîteyên li tevahiya Reqayê û gundewarê wê de kar dike. Li taxên Rimêla, El Deriya, El Meşleb û Medîne, li gundewarên başûr (El Kesrat, El Akirşî), gundewarên rojhilat (5 komîte), gundewarên rojava (El Xatûniya, El Silhebiya) başûr (El Hikûmiya, El Hizma, El Esediya) komîteyên wê hene û her komîteyek ji 2 endaman pêk tê.

Berdevka Mala Jinan Newal El Cewher diyar kir ku armanca mal û komîteyên lihevanînê ew e ku pirsgirêkên malbatî bi diyalog û jihevtêgihaştinê çareser bikin û got: “Em giliyan tomar dikin, bangî aliyên din dikin û ji bo çareseriyeke ku her kesî razî bike, em diyalogê vedikin.”

Li gorî Newalê, mijarên herî girîng ên ku Mala Jinan pê eleqedar dibe, zewicandina di temenê biçûk de û bikaranîna madeyên hişber in. Ji ber vê yekê, hewl dide di nava hemû aliyan de berpirsyariyên xwe yên li hember malbat û zarokan hişyar bike.

MEKANÎZMAYA ÇARESERIYÊ

Newal El Cewher got pirsgirêk her tim di rûniştina yekem de nayên çareserkirin. Belê, li gorî hewcedariyê demek ji hefteyekê heya mehekê tê dayîn. Di vê heyamê de, ji bo kêmkirina rageşiyê gelek civîn têne kirin û wiha berdewam kir: "Bi demê re û bi piştgiriyê, tişt çêtir dibin û gelek kes biryarên ku bi hêrs dane, paşde vedigerînin.”

NE TENÊ JI BO JINAN

Newal piştrast kir ku navend ne tenê bi pirsgirêkên jinan re mijûl dibe, ji ber ku ji sedî 30’ê dozan ji aliyê mêran ve tên pêşkêşkirin û daxwaza lihevhatinê dikin. Navend her wiha mijarên hestiyar ên wekî girtina zarokan, nakokiyên zewacê, nakokiyên aborî û mîrasê jî bi rê ve dibe.

HEJMAR Û STATÎSTÎK

Mala Jinan di 2 salên borî de zêdetirî 2 hezar dosyayên malbatî wergirtine ku nêzîkî hezar û 500 ji wan bi awayekî aştiyane hatine çareserkirin û 700 doz jî sewqî dadgehan hatine kirin.

Newal El Cewher di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Jin îro bi bawerî berê xwe didin stargehê, ji ber ku çareyên ku rûmeta xwe diparêzin û malbatên xwe diparêzin, dîtine. Armanca me ew e ku em lihevhatinekê pêk bînin ku têgihaştinê çêke û yekitiya malbatê biparêze. Lihevhatin prensîba me ye û ger pêk were serkeftin ji bo me hemûyan e."

(ac)

ANHA