Îsraîlê li gundewarên Quneytrayê qadên çandiniyê topbaran kirin

Hêzên Îsraîlê li derdora gundê Hemîdiyê yê Quneytrayê qadên çandiniyê topbaran kirin.

Îsraîlê li gundewarên Quneytrayê qadên çandiniyê topbaran kirin
24 îlon, 2026   20:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Îsraîlê bi guleyên obîsan qadên çandiniyê yên li derdora gundê Hemîdiyê yê Quneytrayê botopbaran kirin.

Der barê endamên topbaranê de agahî nehatin bibîrxistin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), hêzên Îsraîlê ji destpêka îsalê (2026) ve 6 êrişên hewayî û 78 bejahî li nava Sûriyeyê pêk anîne, di encamê de 13 armanc (depoyên çek, cebilaxane, baregeh, navend û wesayît) hatin îmhakirin.

(f)