'Fikra wî di nav me de ye û em dixwazin wî bibînin'
Şêniyên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê di çarçoveya kampanyaya "Ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" de, girêdana xwe ya kûr bi fikir û felsefeya Rêber Apo re nîşan da û got, "Fikra wî di nav me de ye û em dixwazin wî bibînin."

Piştî Banga dîrokî ya "Aştî û Civaka Demokratîk" ku Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de kiriye, qonaxa duyemîn a kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareser siyasî" bi navê "Ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" hat destpêkirin. Ev kampanya ji aliyê gelên cuda ve bi berfirehî hat pêşwazîkirin, ji ber ku Rêber Apo ji bo azadî û edaleta civakî sembola têkoşînê ye.
Di wê çarçoveyê de, şêniyên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê daxwaza xwe ya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re anî ziman. Welatî Wîam Mehmûd got: "Rêber Abdullah Ocalan bi fikir û felsefeya xwe di nav me de ye. Em jiyana xwe ya rojane li gorî fikir û felsefeya Rêbertî pêk tînin. Dema hatiye ku em rû bi rû wî bibînin. Ez jî dixwazim wî bibînim."
Mihemed Salih Mehê jî diyar kir ku hevdîtina bi Rêber Apo re ne tenê ji bo gelê Kurd derbasdar be, lê divê tevahî gelên hezkirê azadiyê ne hevdîtinê pê re bikin û got: "Hemû kesên xwe dispêrin fikir û têkoşîna Rêbertî, îro bi hêviya wê hevdîtinê ne. Ji ber ku Rêbertî temsîla hêvî û siberojek azad dike."
Seîde Ehmed jî bal kişand ser destkeftiyên di salên dawîn de hatin bidestxistin, ku ne ji fikrên Rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna wî ya bênavber bûya wê badilhewa bibûna û wiha got: "Daxwaza me ya îro bi fîzîkî bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin, ku em spasiya xwe ji wî re nîşan bidin û rêça wî bişopînin. "
Cîhan Mihemed jî anî ziman ku kampanyaya gel a daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dengê tevahî gel nîşan dide û got: "Ez jî dengê xwe tev li vê banga mirovî û siyasî dikin û dixwazin bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim."
Şêniyên bajarê Dirbêsiyê destnîşan kir ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan di nav wan de ye û hevdîtina pê re êdî ne xewnek takakesî ye, lê pêwîstiyek dîrokî ya pêkanîna aştî û edaletê ye.
(mh/fr)
ANHA