Li gundewarê Zirganê li nêzî sînorên Tirkiyê termê kesekî kuştî hat dîtin

Şivanan li gundewrê Zirganê li nêzî sînorê Sûriyeyê –Tirkiyê, termê kesekî kuştî dîtin, li ser termê nîşanê îşkenceyê hatin dîtin.

Li gundewarê Zirganê li nêzî sînorên Tirkiyê termê kesekî kuştî hat dîtin
24 îlon, 2026   15:12
HESEKÊ

Li derdora gundê Esediyê yê gundwarê bakurê Zirganê ku nêzî sînorên Sûriyeyê-Tirkiyê ye, şivanan termê ksekî kuştî dîtin.

Şêniyên herêmê ragihdndin ku term tazî bû û ti belgeyên ku nasnameya wî diyar bikin nehatin dîtin.

Şêniyan her wiha diyar kirin ku li ser termê kesê kuştin nîşanên îşkenceyê hatin dîtin.

Cenaze rakirin nexweşxaneya Dirbêsiyê û Hêzên Ewlekariya Hundirî dest bi lêkolînê kirin.

(K)

ANHA