Li Qamişlo û Girke Legê çalakiyên ziman

Xwendekar û mamosteyên bajarên Qamişlo û Girke Legê çalakî ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî bi rêxistin kirin.

Li Qamişlo û Girke Legê çalakiyên ziman
Li Qamişlo û Girke Legê çalakiyên ziman
Li Qamişlo û Girke Legê çalakiyên ziman
Li Qamişlo û Girke Legê çalakiyên ziman
Li Qamişlo û Girke Legê çalakiyên ziman
Li Qamişlo û Girke Legê çalakiyên ziman
Li Qamişlo û Girke Legê çalakiyên ziman
Li Qamişlo û Girke Legê çalakiyên ziman
Li Qamişlo û Girke Legê çalakiyên ziman
Li Qamişlo û Girke Legê çalakiyên ziman
24 îlon, 2026   14:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiyên ji bo zimanê kurdî li hemû bajarên Rojava didomin. Îro jî li bajarên Qamişlo û Girke Legê çalakî hatin organîzekirin.

Li Qamişloyê mamoste û xwendekarên jin daxuyanî da û ji aliyê mamoste Leyla Qewas ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de daxwaz kirin ku biryarnameya ku tê de hatiye gotin zimanê kurdî hefteyê tenê 3 saetan bê dayîn, were sererastkirin û garantî were dayîn ku xwendekar bi zimanê xwe yê dayike bixwînin.

Di berdewama daxuyaniyê de gotin zimanê kurdî nasname û çanda gelê Kurd.

Di dawiyê de dirûşmên "Bê ziman jiyan nabe" û "Zimanê me nasnameya me ye" berz kirin.

Li Girke Legê û bajarokê Rimêlanê jî çalakiya konvedanê ya xwendekaran û malbatên wan didome. Kon li pêşiya Dibistana Şehîd Ahîn a bajarokê Rimêlanê hatiye vedan.

Di çalakiyê de xwendekaran girêdana xwe bi mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê kurdî ve anî ziman.

Di dawiya çalakiyê de daxuyanî hate dayîn û ji aliyê mamoste Rozîna Osman ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de ji Wezareta Perwerdeyê daxwaz kirin ku bi zimanê kurdî perwerdeya xwe berdewam bikin, rêz bidin herêmên Kurdan û mafê Kurdan heye ku bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin.

Her wiha di daxuyaniyê de daxwaz kirin ku zimanê kurdî bibe zimanekî fermî yê Sûriyeyê û li saziyên Sûriyeyê zimanê kurdî jî were bikaranîn.

Xwendekaran di dawiya çalakiyê de got ew ê çalakiyên xwe ji bo zimanê kurdî berdewam bikin.

(np)

ANHA