Ajandaya hefteyê ya çand û hunerê

Li kantonên Reqa û Cizîrê vê hefteyê wê bernameyên çand û hunerê yên wekî şano, konser û festîval werin pêkanîn.

Ajandaya hefteyê ya çand û hunerê
24 cotmeh, 2025   08:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Bername û çalakiyên çand-hunerî yên ku di nava civaka Bakur û Rojhilatê Suriyeyê de cihekî girîng digirin, her hefteyê li cihên cuda pêşkêşî gel tên kirin. 

Bernameyên ku ji aliyê Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) ve tên organîzekirin, vê hefteyê li Reqa, Dêrik û Amûdê ne.

* Di çarçoveya rêzeçalakiyên ji bo piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), wê îro (24 Cotmeh 2025) li bajarê Dêrikê konserek were lidarxistin. Konser wê li Parka Dîcle, saed 16.00’an were dayîn. Di konsere de wê hunermed Newroz, Ferhat, Eycan Kobanê û Şivan berhemên xwe pêşkêş bikin.

* Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê bi navê “Bi pirrengiya çanê, emê Sûriyeyeke demokratîk ava bikin”, Festîvala Netewa Demokratîk organîze dike. Festîval wê 29’ê Cotmehê (roja Çarşemê), demjimêr 09.00’an de, li Girê Orkêş (Girê Mozan) ê li bajarê Amûdê pêk bê.

* li Reqayê şanoya  bi navê “Heft Roj li Reqayê” ku Ebdulqadir Ebûd derhêneriya wê dike, wê bê pêşandan. Şanoya qerfî dê 30’ê Cotmehê (Pênçşemê), demjimêr 18.00’an de li Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê bê pêşkêşkirin.

(bî/a)

ANHA