Fetih û Hemasê projeyên piştî şerê Xezayê nîqaş kirin

Şandeya Fetih û ya Hemasê bi serkêşiya Hisên El Şêx û Xelîl El Heyê li Qahîreyê civiyan. Di civînê de projeyên piştî şerê li Xezayê hatin nîqaşkirin. Çaverê ye di rojên bê de diyalogeke niştimanî ya Filistînî li Misrê were lidarxistin û tê de pêşeroja Xezayê were nîqaşkirin.

Fetih û Hemasê projeyên piştî şerê Xezayê nîqaş kirin
23 cotmeh, 2025   23:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Fetih bi serokatiya Hisên El Şêx bi şandeya Hemasê re ya bi serokatiya Xelîl El Heyê li Qahîreyê civiyan.

Di civînê de helwesta niştimanî, proje û mekanîzmayên piştî şerê li Xezayê hatin nîqaşkirin, bi taybetî qonaxa duyemîn a lihevkirina Xezayê.

Çaverê ye di rojên bê de li Qahîreyê diyalogeke niştimanî ya Filistînî ji bo nîqaşkirina pêşeroja Xezayê, were lidarxistin.

(mh/fr)