Bendava Mizgeftê di nava çopê de maye

Li Bendava Mizgeftê konteynerên çopê hene û hemleyên paqijkirina bendavê bi rêxistin dikin lê dîsa jî li kêleka wê û di bin darên li dora wê de çop heye.

Bendava Mizgeftê di nava çopê de maye
Bendava Mizgeftê di nava çopê de maye
Bendava Mizgeftê di nava çopê de maye
Bendava Mizgeftê di nava çopê de maye
Bendava Mizgeftê di nava çopê de maye
Bendava Mizgeftê di nava çopê de maye
Bendava Mizgeftê di nava çopê de maye
Bendava Mizgeftê di nava çopê de maye
Bendava Mizgeftê di nava çopê de maye
Bendava Mizgeftê di nava çopê de maye
Bendava Mizgeftê di nava çopê de maye
Bendava Mizgeftê di nava çopê de maye
24 tîrmeh, 2026   06:57
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Bendava Mizgeftê dikevê bakurê rojhilatê Tirbespiyê. Şêniyên herêma Cizîrê ji hemû gund û bajaran diçin ber wê. Her wiha ji bo seyranê diçin Siwêdîkê, Hiyaka, Eyn Dîwer û gundê Maşûqê yê Tirbespiyê.

Ji ber çûyîna şêniyan a Bendava Mizgeftê çop wekî kîsên naylon, xwarin û hwd li kêlek û di nava darên bendavê de belav bûye.

Şaredariya Gel a Tirbespiyê li derdora bendavê û li ser rê konteynerên çopê danîne lê şêniyên diçine seyranê, çopa xwe naxin konteynerên çopê û diavêjin kêleka bendavê û bin daran. Êdî ava bendavê ji ber çopê qirêjî bûye û bêhneke nexweş jê tê.

(np)

ANHA