Mossad: Hewldaneke Îranê ya ketina nava Îsraîlê hat têkbirin

Îstixbarata Îsraîlê (Mossad) îdia ku wê hewldaneke Îranê ya ketina nav Îsraîlê û hedefkirina berpirsên payebilind têk biriye.

Mossad: Hewldaneke Îranê ya ketina nava Îsraîlê hat têkbirin
23 tîrmeh, 2026   18:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Îstixbarata Îsraîlê (Mossad) îro ragihand ku hewldaneke Îranê ya ketina nav Îsraîlê têk biriye.

Mossadê îdia kir ku armanca Îranê ji vê yekê ew bû ku wê berpirsên payebilind ên Îsraîlê bike hedef.

Radyoya artêşa Îsraîlê jî agahiyên ku dispêre Mossadê ragihand ku hewldana Îranê beriya pêk were, hat têkbirin. Lê agahiyên zêdetir neda.

(bb)