Endamê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji bo pêvajoyê daxwaza gavên cidî kir

Endamê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Yûsif Mele diyar kir ku hebûna qanûnê mîsogeriya rasteqîn a pêvajoyên avakirinê ye û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê bibe qonaxeke ji bo bidawîkirina şeran. Her wiha xwest gavên cidî di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de werin avêtin.

Endamê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji bo pêvajoyê daxwaza gavên cidî kir
26 hezîran, 2026   02:35
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Çav li rê ye ku vê hefteyê hûrgiliyên çarçoveya yasayî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de werin ragihandin. Têkildarî pêvajoyê endamê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Yûsif Mele ji ajansa me re axivî.

Yûsif Mele diyar kir ku guhertinên ku îro li Rojhilata Navîn rû didin, ji bo avakirina aştî û danîna bingehê civakeke demokratîk dê veguhertinekê di meşandina dîrokê de çêke.

Mele da zanîn ku doza sereke ya vê çarçoveyê doza Rêber Abdullah Ocalan û banga wî ya Aştî û Civaka Demokratîk e ku di 27`ê Sibata 2025`an de kiribû. Her wiha bi bîr xist ku dewleta Tirk li hemberî vê pêvajoyê hîna tu gavên cidî neavêtine û serdestiya xwe didomîne, ev yek bandorê li rêveçûna bûyeran li herêmê dike.

Yûsif Mele wiha got: “Hebûna qanûnan mîsogeriya rasteqîn a her pêvajoya avakirinê ye. Ev qanûn gelek girîng in da ku keseke din mîna Selahattîn Demirtaş û hevalên wî yên ku ji bo têkoşîna xwe ya fikirî û siyasî hatin girtin, neyên girtin.”

‘HÊVÎ ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD E’

Yûsif Mele destnîşan kir ku li Tirkiyeyê gelek hêz hene ku piştgiriyê didin pêvajoyê, lê ji ber ku qanûnên heyî yên Tirkiyeyê her tevgereke aştiyane wekî sûc dibîne, bi tirs in. Her wiha got derxistina qanûnên nû dê rê li ber xebatên partiyê bi awayekî rêxistinkirî veke û mafên mirovan biparêze.

Mele azadkirina fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan wekî xaleke ji bo bidawîkirina şerê ku bi salan di navbera Kurd û Tirkan de rû dide, bi nav kir û got: “Ji dema destpêkirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ve Rêbertî xwe li ser tu aliyan ferz nekiriye. Lê daxwaza mafên gelê Kurd ên ziman, nasname, çand û jiyaneke hevbeş kiriye. Ev daxwaza gefê li ser tu kesî çênake û û hêza xwe jî li ser hesabê tu kesî ava nake.”

Yûsif Mele wiha got: “Îro, em rastî salvegera şerê navxweyî yê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tên, ev bang ji bo ku pêşerojek biêş û jankêşiyê nebe.”

Di berdewama axaftina xwe de Mele got: “Zalim eger gavekê ber bi aştiyê ve biavêje wê gav lawaz bin. Yên ku hêza xwe li ser şerê partiyetiyê yê tengav ava bike destê xwe nade destekî dikin, ji ber dizane ku heke sîstemeke demokratîk li Tirkiyeyê bê avakirin dê dawî li berjewendiyên wan werin.”

Yûsif Mele axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hêviya gelê Tirk û Kurd girêdayî çareseriya pirsgirêka Kurdî ye. Em daxwaza gavên cidî ji bo aştiyê û avakirina civakeke demokratîl li Bakurê Kurdistanê û giştî Tirkiyeyê dikin.”

(sb)

ANHA