4 girtî dibin metirsiya darvekirinê de ne

Çar girtiyên siyasî yên li girtîgeha Qizilhesar ku di hucreyên yek kesî de têne ragirtin, metirsiyara darvekirinê li ser wan heye.

4 girtî dibin metirsiya darvekirinê de ne
12 nîsan, 2026   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê, çar girtiyên siyasî yên bi navê Seîd Masurî, Loqman Emîn Pur, Meysem Dêhbanzade û Sipêhr Îmam Cume ên li girtîgeha Qizilhesar ya li Kerecê di hucreyên yek kesî de têne ragirtin, metirsiya darvekirinê li ser wan heye.

Heman çavkaniyan ragihand ku rewşa wan girtiyan nediyare û ev yek jî fikarên li ser tenduristî û ewlekariya wan zêde dike.

Hêjayî gotinê ye tê gotin piştî her 4 girtiyan dijî darvekirinan nerazîbûn nîşan dane, veguhestine hûcreyên yek kesî.