Moskov û Kîevê hev bi binpêkirina agirbestê tawanbar dikin

Moskov û Kîev hev din bi binpêkirina agirbesta Cejna Paskalyayê tawanbar kirin.

Moskov û Kîevê hev bi binpêkirina agirbestê tawanbar dikin
12 nîsan, 2026   10:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Rûsya û Ukraynayê hev din bi binpêkirina agirbesta bi boneya Cejna Paskalya ya Ortodoksan hatiye ragihandin, tawanbar dikin.

Rayedarên Rûsyayê ragihandin ku herêmên Xerson û Kurskê bi dronên Ukraynayê hatine bombebarankirin, di encamê de zearên madin çêbûne. Rayedaran dane zanîn ku avahiyên niştecihan û stasyona sotemeniyê bûn hedefa êrişan.

Serfermandariya Giştî ya Ukraynayê jî da zanîn ku zêdetirî 2 hezar 200 binpêkirinên agirbestê ji aliyê Rûsyayê ve hatine tomarkirin.

Rûsya û Ukraynayê bi boneya Cejna Paskalya ya Ortodoksan li ser agirbesteke demkî li hev kirin. Agirbest duh (11 Nîsan) ket meryetê û dê 32 saetan bidome.

(bb)