Çapemeniya erebî: Lubnan bi rewşeke ewlehî ya nû re rû bi rû ye

Siberoja başûrê Lubnanê piştî bidawîkirina erka UNIFIL’ê, çekdanîna Hizbullahê, rola DYA û Fransayê di pêkanîna qonaxa ewlehiyê ya bê de, bandorên lûtkeya DYA, Rûsya û Çînê li ser hevsengiya hêzên navneteweyî, rojevên çapemeniya erebî ne.

Çapemeniya erebî: Lubnan bi rewşeke ewlehî ya nû re rû bi rû ye
26 mijdar, 2026   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên çapemeniya erebî bal kişand ser dosyaya Lubnanê ya piştî hêza Neteweyên Yekbûyî ya demkî ya li Lubananê (UNIFIL(, peyamên ji civîna Çîn, Rûsya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA).

Di xala girêdayî Lubnanê de siberoja hebûna navneteweyî ya li başûrê welat, piştî bidawîbûna erka UNIFIL’ê, dosayaya çekan, pirsên têkildarî hebûna xebatên ewlehî di dema pêş de, rola DYA û Fransa di çêkirinê de û metirsiyên çêbûna valahiyeke ewlehî ya ku dê bihêle Îsraîl devera ku hêza wê lê berfirehtir be derdikeve pêş.

Têkildarî heman mijarê rojnameya El Nehar der barê hewldanên entegreya hevpeyaman di navbera Lubnan, Îsraîl û Amerîka ya bi biryara NY’ê ya 1701`an, bi nêzîkbûna bidawîbûna hebûna UNIFIL a di 31`ê Kanûna bê de gotarek hat weşandin.

Di gotarê de hat dîtin ku xebatên tên kirin dibe ku ber bi çeka li hemberî xakê ve biçe, dibe ku girêdana jidestbirina çeka Hizbullahê bi vekişîna Îsraîlê ji xaka Lubnanê rû bide, pê re jî ji bo dagiritina valahiya ewlehî li başûrê Lubnanê erka hêzên UNIFIL bê dirêjkirin.

Rojnameya El Exbar bi gotarekê aliyên tevgera Fransî di nava xebatên Amerîka ji bo derxistina biryareke navneteweyî ya nû têkildarî Lubananê nîqaş kir, hat destnîşankirin ku vegera li hevkariyê bi Parîsê re ji vegera têkiliyên di anvbera Washinton, Parîs û Til Ebîb ne dûr e.

Di gotarê de hat diyarkirin ku hebûna Fransayê di nava mijarê de pirsên der barê rola Parîsê di milê siyasî û ewlehî piştî qonaxa UNIFIL derdikxe pêş.

Li aliyekî din gotara rojnameya El Şerq a Lubnanê behsa hêza Washintonê ya bikaranîna zextê li ser Îsarîlê ji bo vekişîna Îsralê ji xaka Lubnanê, çareserkirina dosyaya çekên Hizbullahê û radestkirina wan ji bo artêşa Lubananê, hat kirin.

Di xala duyemîn de bandora lûtkeya ku serokê DYA’yê Donald Trump, ê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û yê Çînê Xi Jinping bû rojev û hat diyarkirin ku ew rêya vekirina nîqaşên der barê siberoja pergala navneteweyî de ye, hevsengiya hêzên mezin, cihê Ewropayê û dewletên Ereban ji bo lihevkirinên siyasî û stratêjîk in.

(sb)