Di êrişên li ser Lubnanê de zêdetirî 2 hezar kes hatine kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku bîlançoya kuştiyên êrişa Îsraîlê 2 hezar derbas kiriye. Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku wê di 24 saetên dawîn de 200 êriş pêk aniye.

Di êrişên li ser Lubnanê de zêdetirî 2 hezar kes hatine kuştin
12 nîsan, 2026   10:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezarta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrişên Îsraîlê de ji 2'ê Adarê û vir de 2 hezar û 2 kes hatine kuştin û 6 hezar û 400 kes jî birîndar bûne. Li gorî wezaretê, di nava kuştiyan de zarok û xebatkarên tenduristiyê jî hene.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku wê di 24 saetên dawîn de zêdetirî 200 êriş li dijî cihên Hizbullahê pêk aniye û da zanîn ku êrişên wê yên hewayî û bejahî li başûrê Lubnanê dewam dikin.

Hate diyarkirin ku di êrişên Îsraîlê yên li ser herêmên Nebetiye û Seydayê de, xebatkarên parastina sivîl û ambulans jî di nav de hejmarek sivîl hatin kuştin û hin din jî birîndar bûne, rewşa hin birîndaran giran e.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê êrişên li ser xebatkarên tenduristiyê şermezar kirin û da zanîn ku ev êriş binpêkirina qanûnên navneteweyî yên mirovî ye.

Serokkomariya Lubnanê aşkera kir ku bi navbeynkariya amerîkayê peywendiyên wan li rayedarên Îsraîlê çêbûn û li hev kirine di demeke nêzîk de li Washingtonê bicivin.

(bb)