Hêzên Rizgariya Efrînê: 7 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê da zanîn ku di çalakiyên wan ên duh de, yek jê serçete, 7 çete hatine kuştin û 6 çete jî birîndar bûne.

Hêzên Rizgariya Efrînê: 7 çete hatin kuştin
17 cotmeh, 2023   10:27

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên xwe yên duh ên li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker bi daxuyaniyeke nivîskî agahî dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmên me bê navber devam dikin û di wan êrişan de gelê me tê hedefkirin. Li hember van êrişên qirkirin û îmhayê çalakiyên me yên bersivdayînê dewam dikin.

Der barê çalakiyên xwe de HRE’yê ev agahî dan: “Roja 16’ê Cotmehê hêzên me di navbera gundên Birc Heyder û Kefer Nebo yên ser bi bajarê Efrînê ve, komek çeteyên dagirker şopand. Di çalakiya destpêkê de 2 çete hatin kuştin. Piştê çalakiyê dema hejmarek çete li cihê çalakiyê kom bûn, hêzên me çalakiyeke din jî li dar xist. Di çalakiya duyemîn de jî 4 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn. Her wiha 4 motorsîklet jî hatin rûxandin.

Di heman rojê de li xeta Mareyê di encama 2 çalakiyên sekvanî de 2 çeteyên dagirker birîndar bûn.”

SERÇETEYEK HATE KUŞTIN

Di berdewama daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Dîsa di roja 16’ê Cotmehê de, li bajarê Cerablusê serçeteyekî girêdayî koma çeteyên Sultan Murad hat hedefgirtin. Ev serçete di heman demê de endamê MÎT’a dewleta Tirk a dagirker e. Di encama çalakiyê de ev serçete hat kuştin, çeteyek jî bi giranÎ birîndar bû. Her wiha seyareya van hat rûxandin. 

Di encama van çalakiyan de, yek jê serçete, bi giştî 7 çete hatin kuştin, 6 çete jî birîndar bûn.”