Li Koyeyê erebeyek hate bombebarankirin: Kesek şehîd bû

Li navçeya Koye ya Hewlêrê erebeyek ji aliyê balafireke bêmirov a biçek ve hate bombebarankirin. Li gorî agahiyên destpêkê, ajokarê erebeyê şehîd bûye û 3 kesên din ên di erebeyê de jî birîndar bûne.

Li Koyeyê erebeyek hate bombebarankirin: Kesek şehîd bû
17 cotmeh, 2023   09:42

Rojnewsê da zanîn ku li gundê Kanî Kendî yê navçeya Koye ya Hewlêrê, erebeyek ji aliyê balafireke bêmirov a biçek ve hatiye bombebarankirin. Tê gotin şehîd û birîndar hene.

Cîgirê Rêveberiya Tenduristiyê ya Koyeyê Şêrwan Celal têkildarî bûyerê agahî dan û got: “Bûyer li nêzî Koyeyê pêk hat, di encamê de şofêr jiyana xwe ji dest daye û 3 kesên din ên di erebeyê de jî birîndar bûne. Rewşa birîndaran baş e.”

Her wiha Şêrwan Celal got kesên di erebeyê de sivîl bûn û her çar kes jî ji heman malbatê ne.