​​​​​​​Jinên Belûcîstanê jî daxwaza azadiya Werîşe Mûradî kir

Tevgera Jinên Belucistanê ji bo endama KJAR'ê Werîşe Mûradî ya ji aliyê îstîxbarata Îranê ve hat revandin banga azadiyê kir.

​​​​​​​Jinên Belûcîstanê jî daxwaza azadiya Werîşe Mûradî kir
17 cotmeh, 2023   11:03

Tevgera Jinên Belûcîstanê ji bo aktîvîsta Kurd Werîşe Mûradî ku ji aliyê hêzên Îranê ve hate revandin daxuyanıyek nivîskî weşand.

Tevgera Jinên Belûcistanê di daxuyaniya xwe de ragihand ku weke beşek ji tevgera azadîxwazên gelê Belûcistanê, erkê wan ê têkoşîna dijî zordarî û çewisandinê ye û wiha hate gotin; "Di heman demê de em dilsoz û piştevanên xwişkên Kurd, çalakvanên mafên jinan, hemû kesên ku ji bo wekhevî û azadiyê têdikoşînin. Em revandina endama KJAR’ê ya ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar dikin.

Hat zanîn ku di dema revandinê de êşkence û helwestek xirab li beramberî Werîşe Mûradî hatiye kirin, ev cihê nerazîbûnê ye. Em banga azadkirina çalakvana kurd dikin. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku ji bo azadiya endama KJAR’ê bikevin nava hewldanan."

Endama Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî di 1’ê Tebaxê de li Sineyê ji aliyê îstîxbarata Îranê ve hatibû revandin.