4 şehîd hatin oxirkirin

Cenazeyên şehîdek YPJ′ê û 3 şehîdên êrişa dewleta Tirka  dagirker a li dijî Akademiya Têkoşîna Li Dijî Madeyên Hişbir ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin veşartin.

4 şehîd hatin oxirkirin
4 şehîd hatin oxirkirin
4 şehîd hatin oxirkirin
4 şehîd hatin oxirkirin
4 şehîd hatin oxirkirin
4 şehîd hatin oxirkirin
4 şehîd hatin oxirkirin
4 şehîd hatin oxirkirin
4 şehîd hatin oxirkirin
4 şehîd hatin oxirkirin
12 cotmeh 2023   14:57

Cenazeyên Elî Cabir El Şueyb, Nasir Hesîb El Eker û Ûdey Mihemed Xelîl ên ku 8′ê Cotmehê di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî Akademiya Têkoşîna Li Dijî Madeyên Hişbir de şehîd bûbûn, her wiha cenazeyê şervana YPJ′ê Zehra Mihemed Elî bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a li gundê Hikûmiyê yê bakurê Reqayê hatin veşartin. Bi  hezaran şêniyên Reqa, Dêrazor û Tebqayê jî di nav de, endamên saziyên sivîl, hêzên leşkerî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, endamên Meclisa Sivîl a Reqayê, partiyên siyasî, rêxistinên jinan, komîn, meclis, şêx û rûspiyên eşîran beşdarî merasîmê bûn.

Karwanê şehîdan ji navenda bajarê Reqayê ber bi Goristana Şehîdan ve ket rê.

Li goristanê merasîmek hat lidarxistin. Bi navê Partiya Sûriyeya Pêşerojê cîgirê sekretêra giştî yê partiyê Cahid Hesen soza şopandina xeta şehîdan da û got: "Em karwanek ji zarokên xwe oxir dikin ku li hemberî zulmê sekinîn û gihaştin asta şehadetê. Akademiyê her 29 şehîdan kom kiribûn, ev akademî jî projeya neteweya demokratîk nîşan dide."

Cahid Hesen anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker wê bi sûcên xwe nikaribe îradeya gel bişkîne û got: "Em li hemberî dewleta Tirk a hewl dide ewlehiya herêmên me têk bibe, yek in.′′

Ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê Ciwan Ehmed sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha domand: ′′Bi hedefkirina navendên xizmetguzariyê, bi binpêkirina mafên mirovan û bi hedefkirina zarokan, îradeya me naşkê. 29 leheng perwerde didîtin da ku gelê xwe ji afatên ku mirovan  dikuje, biparêzin."

Bi navê Komîteya Kar û Barên Olî şêx Yehya Ebû Beraa jî soza şopandina xeta şehîdan da û got: "Şehîdan rêya me ronî kir. Bi saya şehîdan û bi saya ramanên Rêber Abdullah Ocalan me qeyd şikandin."

Piştî axaftinan wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyên şehîdan bi dirûşmên "Şehîd namirin" û "Berxwedan jiyan e" hatin veşartin.

(bb)

ANHA