Ji QSD′ê çalakiyên tolhildanê

QSD′ê ji bo şehîdên êrişa li Dêrikê û bi boneya salvegera dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê, çalakiyên tolhildanê li dijî artêşa Tirk a dagirker li dar xistin.

Ji QSD′ê çalakiyên tolhildanê
12 cotmeh 2023   15:15

Navenda Ragihandinê ya QSD′ê têkildarî çalakiyan tolhilanê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

′′Bi armanca tohildana şehîdên êrişa li ser bajarê Dêrikê û ji ber salvegera dagirkirina bajarên Girê Spî û Serêkaniyê, hêzên me di 9 û 10′ê vê Cotmehê de çalakiyên leşkerî li dijî hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dar xistin.

Hûrguliyên têkildarî çalakiyan wiha ne;

-9′ê Cotmehê hêzên me bi çekên giran li baregaha artêşa Tirk a dagirker a li beramberî gundê Seyda yê Eyn Îsayê da. Di encama çalakiyê de leşkerekî Tirk hat kuştin û leşkerekî din birîndar bû. Her wiha pergala radar û kamereyên çavdêriyê yên li baregehê, nuqteya parastin û çavdêriyê hatin wêrandkirin.

-10′ê Cotmehê, hêzên me bi çekên giran li baregeha artêşa Tirk a dagirker a li gundê Dibis ê Eyn Îsayê da. Di encamê de 3 leşkerên dagirker birîndar bûn, lê hejmara kuştiyên hêzên dagirker nehat zanîn. Her wiha derbe li panzêreke leşkerî û çeperên dagirkeran hatin xistin."

(bb)

<iframe width="677" height="448" src="https://www.youtube.com/embed/oE-ifehHmpw" title="انتقاماً لشهداء &quot;ديريك&quot;.. قوّاتنا تنفِّذ سلسلة عمليّات ضُدَّ قوّات الاحتلال التُّركيّ في عين عيسى" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>