Ji HRE`yê çalakiyên bersivdayînê: 4 dagirker hatin kuştin

HRE`yê li navçeya Şera ya Efrînê û bajarê Babê yê dagirkirî li dijî dagirkeran rêzeçalakî li dar xistin. Di wan çalakiyan de leşkerek û 3 çete hatin kuştin, 7 çete jî hatin birîndarkirin.

Ji HRE`yê çalakiyên bersivdayînê: 4 dagirker hatin kuştin
11 cotmeh, 2023   05:41

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hêzên wan li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker rêzeçalakiyên bersivdayînê li dar xistine.

Der barê çalakiyan de ev agahî hatin parvekirin:

“Di roja 8'ê Cotmehê de li xeta navçeya Şera ya Efrînê şervanên me çalakiyek taybet li dar xistin. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û 4 çete jî birîndar bûn.

 Di roja 9'ê Cotmehê de jî li bajarokê Babê çalakiyeke din a taybet hate li darxistin. Di encama vê çalakiyê de jî leşkerek û çeteyekî dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.

Di encama van çalakiyan de bi giştî leşkerek û 3 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin û 7 çete jî birîndar bûn.”

 

(c)