Hiqûqnas Muxtar Xebaşî: Hebûna dewleta Tirk a li Suriyeyê dagirkerî ye

Hiqûqnasê misirî Muxtar Xebaşî diyar kir ku hedefgirtina binesaziyan ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve şêweyekî zêdegaviyê ye û binpêkirina qanûnên navneteweyî ye û got: “Hebûna Tirkiyeyê bi xwe dagirkerî ye û bi tu rêgezên meşrû yên navneteweyî nayê naskirin.”

Hiqûqnas Muxtar Xebaşî: Hebûna dewleta Tirk a li Suriyeyê dagirkerî ye
11 cotmeh 2023   03:43

Endamê Navenda Erebî-Ewropî ya Qanûna Navneteweyî Dr. Muxtar Xebaşî ku ji ajansa me re axivî, diyar kir ku dewleta Tirk bi îsrar e Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef bigire û wiha domand: “Ji ber ku naxwaze ev tecrûbe bi ser bikeve û îsbat bike ku di 10 salên dawîn de gelek destkeftî bi dest xistin. Ev mijar li xweşiya Tirkiyeyê nayê. Ew ji tecrûbeya Herêma Kurdistanê jî aciz e û naxwaze li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîna wê pêk were. Ji dosyaya kurdî ne rihet û naxwaze ev ′pandemî′ ji cihekî derbasî cihekî din bibe. Ji ber hedefgirtina Rêveberiya Xweser, lawazkirina wê û zexta leşkerî ya li dijî wê şêwazekî bazarê ye."

Dr. Xebaşî wiha dirêjî da axaaftina xwe: "Encamên vê hedefgirtinê dê nekevin berjewendiyên dewleta Tirk. Hin aliyên herêmî û navneteweyî bi dewleta Tirk re ketin têkiliyê, ji ber ku hikumeta Şamê ji bo normalîzekirina bi Tirkiyeyê re şert danîn ku hêzên xwe tevahî ji xaka Sûriyeyê û di nav de ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, vekişîne. Rûsya û Îranê jî hewl da navbeynkariyê bikin û garantiyên ewlehiyê da Tirkiyeyê da ku rewşa sînorên Sûriye-Tirkiyeyê aloz nebe û têkiliyên herdu aliyan (Tirkiye û Sûriye) normalîze bibin. Lê belê hin sedem hene ku vê vegerê taloq dikin, ya herî girîng jî hedefgirtina dewleta Tirk a domdar, ewlekirina sînor û hwd.”

Xebaşî ji aliyê hiqûqî ve mijar wiha nirxand: "Hedefgirtina binesaziyan ji aliyê qanûnî ve şêweyekî zêdegaviyê ye û li dijî qanûnên navneteweyî ye. Ji ber ku hebûna dewleta Tirk bi xwe dagirkerî ye û tu qanûnên navneteweyî û meşrûyetê rewa nakin. Lewma, dibe ku di mijara qanûnî de zext li Tirkiyeyê were kirin ji ber ku hebûna wê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yan jî êrişên leşkerî ne rewa ye."

Xebaşî têkildarî bêdengiya navneteweyî û NATO′yê ya li hember bûyerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev tişt gotin: "Berjewendî digihêjin hev. Mafên aliyê lawaz badilhewa dibin. Dewleta Tirk jî yek ji dewletên hegemonîk ên NATO′yê ye û piştî Amerîkayê duyemîn girîngtirîn hêza leşkerî ye, baregeha Incirlîk a Amerîkayê ya girîng ku jê balafirên keşfê yên Amerîkayê radibin a li Tirkiyeyê hem ji bo Amerîka hem jî ji bo NATO′yê pir girîng e. Washington naxwaze zirarê bike yan jî zextê li Enqereyê bike û ev tişt tê zanîn. Amerîka bi sedema dewleta Tirk ber bi Rûsya û Çînê ve meyl dibe aciz e."

Endamê Komeleya Misirê ya Qanûna Navneteweyî û endamê Navenda Erebî-Ewropî ya Qanûna Navneteweyî Dr. Muxtar Xebaşî nirxandina xwe wiha bi dawî kir: "Çiqasî helwesta Rêveberiya Xweser hevgirtî be û xwedî zemîn be, her wiha çiqasî serkeftinên ewlehî, rêveberî, pratîk û dozgerî pêk bîne, dê gavên serkeftî ber bi naskirina Rêveberiya Xweser û rewakirina wê di aliyê destûrî û qanûnî li Sûriyeyê de, biavêje. Her wiha dê bibe xwedî biryareke fermî. Pêdiviya vê yekê bi xebatekî li hundir û derve bi aliyên herêmî û navneteweyî re heye.”

(fr/c)

ANHA