Pirsporên Ereb: Dewleta Tirk terorê dimeşîne

Pisporên Ereb destnîşan kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê terora dewletê ye û li dijî hewldanên çareseriyê yên ji bo Sûriyeyê ne.

Pirsporên Ereb: Dewleta Tirk terorê dimeşîne
11 cotmeh 2023   02:45

Bertekên aliyên Ereb ên li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin.

Nivîskar û analîzvanê siyasî Îbrahîm Şaban daxuyaniyên wezîrê karên derve yê dewleta Tirk Hakan Fîdan wek “terora dewletê” bi nav kir. Şaban bang li NY û Meclisa Ewlehiyê kir ku van daxuyaniyan red bike û şermezar bike.

Hakan Fîdan gotibû “Tevahî binesaziya Iraq û Sûriyeyê, navendên enerjiyê êdî armancên rewa ne.”

Şaban têkildarî mijarê got: “Hakan Fîdan, dîroka xwe ya îstixbaratî qet ji bîr nekir ku serokê îstixbarata Tirkiyeyê bû. Divê lêborînê bixwaze ji ber van daxuyaniyan. Ji ber ku ev teror e û dê hesab jê û ji rejîma wî were pirsîn.”

Şaban hedegirtina binesazî û navendên stratejîk li bakurê Iraqê û Sûriyeyê bi êrişeke hovane navand û got: “Li ser çi esasî Fîdan van sûcan rewa dike? Êriş, berdewama plana Tirk a ji 2011`an ve ye ku destwerdana her du dewletan kir.”

Şaban ev li gotinên xwe zêde kir: “Divê pergala Erdogan rêzê ji serdestiya Iraqê û Sûriyeyê re bigire. Parastina ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê ji hundirê wê dest pê dike, ne bi dagirkirina ax û sînorên welatên din. Tirkiye bi van êrişan, hewl dide ji aloziyên xwe yên hundirîn bireve, bi taybet enflasyon û encamên erdheja wêranker.”

Nivîskarê misirî diyar kir ku siyaseta Erdogan dimeşîne ji aliyê beşeke mezin a Tirkan ve nayê qebûlkirin û got: “Nêzî 30 milyon Tirk di hilbijartinên dawîn de deng da Kemal Kiliçdaroglu. Divê ji bîr neke ku tenê bi rêya ji sedî 4 li hember Kiliçdaroglu bi ser ketiye. Ev rêje kêm e. Ji ber wê divê dev ji siyasetên xwe yên li Sûriye û Iraqê berde.”

Şaban di dawiyê de got: “Divê Komkara Erebî sûcên artêşa Tirk li bakurê Sûriyeyê û daxuyaniyên wezîrê karên derve yê Tirk şermezar bikin û bi terora dewletê bi nav bikin.”

‘ÎMPARATORIYA KUŞTINÊ’

Aktîvîsta ji Lubnanê Sewsen Şoman jî got dewleta Tirk vîn û biryardariya gelê herêmê û Kurdan dike hedef û wiha axivî: “Dewleta Tirk xwedî îdeolojiya Osmanî ye ku împaratoriya xwe li ser zilm, kuştin û koçberiyê ava kiribû.”

Sewsen bang li hikumeta Tirk kir pirsgirêkên xwe yên hundirîn dûrî bakurê Sûriyeyê çareser bike. Her wiha bang li civata navneteweyî kir ku fişarê li dewleta Tirk bike da ku şer yekser rawestîne.

Sewsen di dawiyê de got: “Divê raya giştî bibe wesîleyeke fişarê. Hikumeta Tirk her tim pîvan û peymanên navneteweyî binpê dike, ji dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan bigire heta ferzkirina tecrîda girankirî û sûcên domdar ên li qada xwecih û herêmê dike.”

(şx)