Malbatên Şehîdan a Girê Spî êrişa li dijî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn şermezar kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Girê Spî ya dagirkirî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn şermezar kirin.

Malbatên Şehîdan a Girê Spî êrişa li dijî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn şermezar kir
10 cotmeh 2023   16:41

Meclisa Malbatên Şehîdan li çerxerêya Şehîd Cûdî ya navçeya Îsa û bi beşdariya bi dehan şênî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di encamê de bi dehan sivîl şehîd û birîndar bûn û binesaziya herêmên Rêveberiya Xweser hat rûxandin, şermezar kirin.

Meclisê hedefgirtina hêzên têkoşîna li dijî hişbirê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku di encamê de 29 şehîd û bi dehan birîndar çêbûn şermezar kir û destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi van sûcan îradeya berxwedanê têk bibe.

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî û rêxistinên mirovî û hiqûqî hat kirin ku hovîtiya dewleta Tirk a dagirker rawestînin û sivîlan biparêzin.

Di dawiya daxuyaniyê de beşdaran 29 mûm li ser ruhê şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêxistin û soza şopandina rêya wan da.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji roja pêncşemê ve dewleta Tirk a dagirker topbarana xwe ya li dijî eniyên şer bi hemû cureyên çekên giran û balafirên bêmirov giran kirine ku gundên sivîlan, navendên stratejîk û yên xizmetguzariyê hedef digire. Di encamê de zêdetirî 172 dever wek stasyonên kehrebe, av, petrolê hatine hedefgirtin.

(mh)

ANHA