Kombûna Jinan a Zenûbiya êriş şermezar kirin
Meclisa Kombûba Jinan a Zenûbiya êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û destnîşan kir ku gel destekê dide rêveberiya xwe ya xweser.
![Kombûna Jinan a Zenûbiya êriş şermezar kirin](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202310/141726_125329_mjls-tjma-nsaa-znwbya-ydly-byanaan-tndydaan-balhjmat-altrkyh-28629.jpg)
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. Daxuyanî li naverasta bajarê Reqayê bi beşdariya endamên meclisê û endamên saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û Meclisa Jinan a Sûriyeyê hat xwendin. Rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê Hefîza Mela daxuyanî xwend.
Hefîza Mela di şexsê şehîdên êrişan li dijî Akademiya Têkoşîna li Dijî Hişbirê de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û êrişên dewleta Tirk a dagirker û dagirkeriya wê ya li Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî û gefên wê yên li dijî herêmê şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker wek êrişên li dijî îradeya gelê herêmê û projeya Rêveberiya Xweser a çareseriya siyasî hatin nîşandan û hate gotin, armanc ji van êrişan têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gel bi Rêveberiya Xweser ve girêdayî û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan hat dayîn.
Di dawiya daxuyaniyê de mûm ji bo şehîdan hatin pêxistin.
(mh/bb)
ANHA