Leşkerên Tirk ciwanek li ser sînor qetil kir

Leşkerên dewleta Tirk a dagirker ciwanek ku hewl da biçe Bakurê Kurdistanê qetil kir.

Leşkerên Tirk ciwanek li ser sînor qetil kir
29 îlon, 2023   15:38

Li nêzî gundê Aliyê yê girêdayî navçeya Dirbêsiyê kesê bi navê Mesûd Naso duh derengiyê şevê de dema ku dixwest biçe Bakurê Kurdistanê,leşkerên dewleta Tirk a dagirker wî li ser sînor girtin û ji ber lêdanê jiyana xwe ji dest da.

Leşkeran cenazeyê Mesûd Naso yê ji xelkê Serêkaniyê ye avêtin milê Rojava.

ANHA