Şêniyên Til Birak sersaxî da malbata şehîd Ridwan El Ubêd

Bi sedan şêniyên Til Birak sersaxî da malbata şehîd Ridwan El Ubêd.

Şêniyên Til Birak sersaxî da malbata şehîd Ridwan El Ubêd
Şêniyên Til Birak sersaxî da malbata şehîd Ridwan El Ubêd
Şêniyên Til Birak sersaxî da malbata şehîd Ridwan El Ubêd
Şêniyên Til Birak sersaxî da malbata şehîd Ridwan El Ubêd
Şêniyên Til Birak sersaxî da malbata şehîd Ridwan El Ubêd
Şêniyên Til Birak sersaxî da malbata şehîd Ridwan El Ubêd
Şêniyên Til Birak sersaxî da malbata şehîd Ridwan El Ubêd
29 îlon, 2023   16:53

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Birak a kantona Qamişlo ji bo şervanê QSD′ê Ridwan Ubêd ê di operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ de li Dêrazorê şehîd bû, merasîmê sersaxiyê li dar xist. Konê sersaxiyê li mala şehîd a li gundê Um Hicêra yê başûrê rojhilatê Til Birakê hat vegirtin.

Di merasîmê de endamê Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî ya Meclisa Leşkerî ya Holê Elî Diês sersaxî da malbata şehîd Ridwan El Ubêd û hêzên leşkerî û soza şopandina rêya şehîdan da.

Elî Diêş û got: "Komploya ku dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê saz dikin ji bo derxistina fîtneyê li navbera pêkhateyên herêmê de ye, lê belê bi hevgirtina xwe em ê hemû komplo têk bibin."

Endamê Meclisa Til Birakê Wenas Ebdullah sersaxî da malbata şehîd û soza şopandina rêya şehîdan da.

Endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Îman El Berî axivî û got, ′′Sehadet nirxekî mirovî û manewî yê buha ye, her wiha nameyeke zelal ji bo pêkanîna erka parastina civakî û avakirina îradeyeke azad e.′′

Endama Kongra Star a navçeyê Sumeye Setûf di şexsê şehîd Ridwan de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got, şehîd Ridwan ji  gelê herêmê re bû sembola serferaziyê.

Sumeye Setûfî got, ew soz didin dê xeta şehîdan bidomînin ta serkeftinê mîsoger bikin.

Piştre wesîqeya şehadetê ya şehîd Ridwan hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Merasîm bi dirûşmên dilsoziya bi şehdîan re bi dawî bû.

 (mh)

ANHA