DAIŞ′iyekî ′Xeternak′ ji aliyê QSD′ê ve hat girtin

QSD′ê ragihand ku li gundewarê Reqayê serçeteyekî ′Xeternak′ yê şaneyên DAIŞ′ê girtine.

DAIŞ′iyekî ′Xeternak′ ji aliyê QSD′ê ve hat girtin
29 îlon 2023   15:16

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku di operasyoneke hevbeş a li gel Koalîsyona Navneteweyî de serçeteyekî ′Xeterak′ yê şaneyên DAIŞ′ê li gundewarê Reqayê girtine.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

′′ Şeva Pêncşemê 28′ê Îlonê, Yekîneyên Têkoşîna Dijî Terorê (YAT) yên girêdayî hêzên me û hêzên Koalîsyona Navneeteweyî operasyoneke ewlehiyê li dijî rêveberekî şaneyên rêxistina DAIŞ′ê ya terorîst yê bi navê Memduh Îbrahîm El Hecî (Ebû Yûsif) pêk anî.

Operasyon li rojavayê bajarê Reqayê pêk hat û bi serkeftî encam da. Di operasyonê de terorîstî xeternak Ebû Yûsif ê xebatên şaneyên rêxistina DAIŞ a terorîst li herêmê bi rêve dibir, hat girtin."

(bb)