Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî aşkera kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku endamê wan Hisên El Hisên di 2018′an de li Dêrazorê di encama êrişeke bombeyî ya çeteyên DAIŞ′ê de birîndar bûbû û ji ber birîna xwe ya giran şehîd bûye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî aşkera kir
29 îlon, 2023   12:45

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe daxuyaniyek da û nasnameya şehîdekî xwe aşkera kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Endamê me Hisên El Hisên di 28′ê Îlona 2023′yan de ji ber birînên xwe şehîd bû. Hisên El Hisên di 2018′an de, di dema hemleya rizgarkirina herêmên Dêrazorê ji terorîstên DAIŞ′ê de erebeyeke bombebarkirî ya çeteyên DAIŞ′ê pê de teqiya.

Nav û paşnav: Hisên El Hisên
Navê bav: Mehmûd
Navê dê: Fida
Cih û dîroka tevlêbûnê: Dêrazor, 12.11.2017
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor, 28.09.2023

Şehîd Hisên ji bo parastina ewlehî, îstîqrar, welatê xwe û parastina wê ji qirêjiya rêxistinên terorîst fedakariyeke mezin pêşkêş kir. Hemû erkên xwe bi rêk û pêk anîn cih, ji gelê xwe hez dikir û wefadar bû. Di pêkanîna erk an jî xebata xwe de dudilî nedikir û gav bi paş ve nediavêt. Bi lehengî û israreke mezin li dijî şaneyên terorîst şer kir û gihaşt asta şehadetê."

(fr)