YPJ’ê ciwaneke êzidî radestî YBŞ′ê kir

YPJ′ê jina ciwan a êzidî Feryal Îbrahîm radestî YBŞ′ê kir.

YPJ’ê ciwaneke êzidî radestî YBŞ′ê kir
YPJ’ê ciwaneke êzidî radestî YBŞ′ê kir
YPJ’ê ciwaneke êzidî radestî YBŞ′ê kir
YPJ’ê ciwaneke êzidî radestî YBŞ′ê kir
YPJ’ê ciwaneke êzidî radestî YBŞ′ê kir
YPJ’ê ciwaneke êzidî radestî YBŞ′ê kir
YPJ’ê ciwaneke êzidî radestî YBŞ′ê kir
YPJ’ê ciwaneke êzidî radestî YBŞ′ê kir
29 îlon, 2023   13:10

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) 19′ê Îlonê ciwana êzidî a bi navê Feryal Xidir Îbrahîm ji çeteyên DAIŞ′ê rizgar kiribû.

Dema çeteyên DAIŞ′ê êrişî Şengalê kiribû, Feryal Xidir Îbrahîm 12 salî bû. Dema xelkê Şengalê hewl da ji hovîtiya DAIŞ′ê rizgar bibe, çeteyan rê li pêş wan girt û gelek ferdên malbata Feryalê û gelek şêniyên Şengalê revandin.

Bi merasîmeke li navenda Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ya li Hesekê, Feryal Îbrahîm hate radestkirin. Di merasîmê de şandeyeke YPJ′ê bi serokatiya berdevka YPJ′ê Rûksan Mihemed, hevseroka Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Leyla Îbrahîm û şandeyeke YBŞ′ê bi serokatiya fermanar Omer Şengalî amade bûn.

Di merasîma radestkirinê de berdevka YPJ′ê Rûksan Mihemed axivî û îşaret bi êrişên li dijî êzidiyan kir û bi qirkirinê bi nav kir û wiha got: “Ruxmî qetilkirin, qirkirin û komkujiyên li dijî civata êzidî, lê ew bi rêgez, prensîb û ola xwe ve girêdayî ye, bindestî qebûl nekir û li dijî çeteyan li ber xwe da û hîna jî ev berxwedan dewam e.”

Rûksan wiha anî ziman: "Bi berxwedan û hevgirtinê em ê tevahî planên çeteyan têk bibin û soz didin tevahî êzidiyan ku em wan ji çeteyên DAIŞ′ê rizgar bikin û mafên wan biparêzin.”

Omer Şengalî jî spasiya YPJ′ê ji bo hewldanên wan ên rizgarkirina jinên êzidî kir. Şengalî got: "Tiştê di 2014′an de li Şengalê rû daye, careke din dubare nabe, ji ber ku em ê li hember her êrişeke li dijî me bisekinin."

Li aliyekî din jî hevseroka Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Leyla Îbrahîm rola YPJ′yê ya rizgarkirina jinên êzidî pîroz kir û wiha got: "Em pir kêfxweş in ku keça me Feryal rizgar bû. Her wiha em xebatên YPJ′ê yên rizgarkirina keç û welatiyên me ji destê çeteyên DAIŞ′ê pir kêfxweş in."

Li dawiyê Feryal Îbrahîm radestî şandeya YBŞ′ê hate kirin da ku bigihînin xizmên wê.

(fr)

ANHA