​​​​​​​PJAK’ê bersiva rexneyan da

PJAK’ê ragihand ku siyaset, nêrîn û helwesta fermî ya partiyan wan ji aliyê hevserokatî, meclisa partiyê ve tê ragihandin û got; “Bi rejîma heyî re li Îranê tu guhertin nayê hêvîkirin.”

​​​​​​​PJAK’ê bersiva rexneyan da
29 îlon, 2023   14:32

Di rojên derbazbûyî de endamekî PJAK’ê li ser mijarên girêdayî Îranê gotarek belav kir û bû sedema hinek rexneyan.

Têkildarî mijarê Meclisa PJAK’ê bi daxuyaniyekê bersiva rexneyan da û ragihand ku nêrîn, helwest, polîtîka û fikrên fermî yên partiya wan tenê ji aliyê hevserokatî, meclisa partiyê ve tên ragihandin.

Daxuyaniya Meclisa PJAK’ê wiha ye:

 “Ji raya giştî re!

Di rojên borî de gotarek li ser hinek mijarên der barê dan û standinên li gel mijarên şoreşê û bernameyên me yên navxweyî de hatibû belavkirin. Her endamek me û bi taybet jî endamên rêveberiyê xwediyê wî mafî ne fikir û ramanên xwe ji bo raya giştî eşkere bikin. Lê helwest û nêrîna fermî ya partiya me PJAK’ê ji aliyê berdevkê partiya me ku girêdayî hevserokatiyê û meclisa partiya me ye, tê ragihandin. Partiya me xwedî bername û rêziknameya nivîskî ye ku nêrînên partiyê yên teorîk û siyasî diyar dike. Siyaseta partiya me bi berdewamî û bi awayek zelal ji aliyê berpirsên peywendîdar ve hatiye nîşandan û aşkerakirin. Ji bo wê jî her gotin û nivîsek ji bilî nêrîna fermî ya partiya me nebe, xwediyê gotin yan nivîsê jê berpirsyar e.

Nêrînên partiya me yên li ser şoreşê, rêkar û rêgezên wê zelalin û bi hatina şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” re ev nêrîn di pratîkê de zelaltir hatin nîşandan. Lê belê bi rejîma heyî re li Îranê tu guhertin nayê hêvîkirin. Ev têra xwe zelal e ku heta çalakvanên cîhanî yên alîgirên rejîmê jî dev ji hemû nêrînên din berdaye.

Di vê çarçoveyê de em bang li hemû dost, rewşenbîr û gelê xwe dikin ku li ser esasê bernameyên partiya me, çalakî û performansa şoreşgerane ku ji destpêka şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ ve pêşketinek berbiçav ya tevgerekê hebû, her wiha li ser esasê daxuyaniyên fermî yên partiya me helwest bigirin. Di vê qonaxê de ku şoreş û mijarên pêve girêdayî serekeyên me ne û berpirsyariyeke mezin li ser milê me ye, ji bo nefreta hinek kesên ku hewl didin mijarê wekî nêrîna fermî ya partiya me nîşan bidin, berteref bikin bi berçavgirtina rexneyên hevalên me yên li ser vê mijarê û divê rêz li van rexneyan bê girtin.

Lewra me pêwîst dît ku em vê daxuyaniyê bidin û helwesta fermî ya partiya xwe ragihînin. Berpirsên partiya me bêgûman amade ne ku bersiva hemû pirs û fikarên di vî warî de bidin.”