NY: Komên girêdayî Tirkiyeyê li Sûriyeyê sûcên mirovahiyê dikin

Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete yên li Sûriyeyê li herêmên ku dagir kirine, bi awayekî sîstematîk îşkence û sûcên li dijî mirovahiyê dikin. Her wiha îşaret bi îşkence û sûcên bi destê artêşa hikumeta Şamê jî hate kirin.

NY: Komên girêdayî Tirkiyeyê li Sûriyeyê sûcên mirovahiyê dikin
11 tîrmeh 2023   07:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Rûniştinên Mafên Mirovan ên 53’yemîn ên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) li bajarê Cinêv ê Swîsreyê dewam dikin.

Îro Komîsyona Navneteweyî ya Serbixwe ya Lêpirsînê ya Komara Erebî ya Sûriyeyê rapora xwe ya bi navê "Bi dawî nabe: Îşkence û Muameleya Xirab li Komara Erebî ya Sûriyeyê 2020-2023" pêşkêş kir. Di raporê de îşkenceya sîstematîk a di navbera 1'ê Çileya 2020 û 30'ê Nîsana 2023'yan de li Sûriyeyê, pêkanînên dermirovî, muameleyên xirab û bi zorê windakirina di girtîgehan de tên lêkolînkirin.

Rapor, li ser 254 hevpeyvînên Komîsyona Navneteweyî ya Serbixwe ya Lêkolînê yên li ser Sûriyeyê di navbera salên 2020 û 2023'an de pêk aniye, bi taybetî li ser bûyerên îşkence û muameleyên xirab li navendên desteserkirinê yên hikumeta Şamê û deverên di bin kontrola komên çekdar de ye.

RÎSKA ÎŞKENCE Û PÊKANÎNÊN XIRAB

Di raporê de hat diyarkirin ku metirsiya îşkence û muameleya xirab ji bo mirovên ku di salên dawîn de li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de dijîn û her wiha welatiyên sûriyeyî yên li derveyî welat, mezin e. Ev metirsî bi taybet ji bo penaberên sûriyeyî û penaxwazên ku neçar man ji welatên cîran û deverên din vegerin Sûriyeyê, gelekî mezintir e.

Hat ragihandin ku di asta dewletê de, ji binpêkirina Peymana Îşkenceyê û Pêkanînên Din ên Zalimane, Dermirovî yan jî Biçûkxistinê (CAT) hikumeta Şamê berpirsyar tê girtin û daneyên berfireh ên li ser cureyên îşkence û kiryarên xirab, tevî lêdan, şoka elektrîkê, tundiya zayendî û mercên derveyî mirovahiyê yên li saziyên ragirtinê û zindanan, tên dayîn.

'SÛCÊN ŞER KIRIN'

Li gorî raporê artêşa hikumeta Şamê sûcên şer kirine ku îşkence û muameleya xirab, dîlgirtin, tundiya zayendî û windakirinên bi zorê jî di nav de hene. Tesîsên ku binpêkirinên bi vî rengî ji sala 2020'an ve lê hatine belgekirin (girtîgeh û tesîsên demkî) ji aliyê fraksiyonên takekesî yên hikumeta Şamê û komên wekî Silêman Şah, Hamza, Sultan Murad, Ehrar El Şam, Ehrar El Şerqiye, Feylaq El Şam û Mihemed El Fetih ve tên xebitandin.

TUNDIYA ZAYENDÎ Û GIRTIYÊN JIN

Di raporê de îşaret bi bûyerên tundiya zayendî ya li navendên destgîrkirinê tê kirin û tê gotin ku bi taybetî têkildarî tundiya zayendî gelek rapor hene. Raporê her wiha destnîşan kir ku gelek mêrên li dezgehên desteserkirinê yên hikumeta Şamê bûne qurbaniyên tundiya zayendî.

Di berdewama raporê de hate gotin ku gelek jin rastî tundiya zayendî, tecawiz, gefên tecawizê, îşkenceya zayendî, tacîz û biçûkxistinê hatine.

ŞERTÊN DESTGÎRKIRINÊ Û MIRINÊN DI DEMA DESTGÎRKIRINÊ DE

Di raporê de hate diyarkirin ku mirinên di dema destgîrkirinê de hatine belgekirin û ev rewş sûcê mirovahiyê ye û şert û mercên li tesîsên destgîrkirinê ne mirovî ne.

Mirinên di dema destgîrkirinê de dibe ku ji ber xwarin, ava vexwarinê yan jî lênihêrîna tibî ya kêm an jî Covid-19 be. Her wiha tê diyakirin ku hin kesên hatine destgîrkirin, gelekî lê dane û careke din nehatine dîtin, lewma jî îhtîmal e ku hatibin kuştin.

WINDAKIRINÊN BI DARÊ ZORÊ

Di raporê de hat diyarkirin ku bûyerên windakirina bi darê zorê yên li Sûriyeyê dewam dikin û hat gotin ku hin kesên di tesîsên di bin kontrola hikumeta Şamê de, ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest daye.

Hat diyarkirin ku kesên li tesîsên di bin kontrola artêşa hikumeta Şamê de tên girtin, gelek caran ji bo wan xwegihandina xwarin û dermanan bi sînor kirine û dema ku bijîşk an jî berhemên paqijiyê xwestine, 2 kes rastî lêdanê hatine.

Her wiha hat diyarkirin ku gelek bûyerên tundiya zayendî yên li tesîsên di bin kontrola artêşa hikumeta Şamê de jî hatine belgekirin.