Oldaran li dijî êrişên qirkirinê banga yekrêziyê kir

Oldaran diyar kir ku lidarxistina kongre û komxebatan yekitiya olan xurttir dike û wan vedigerîne ser rêya rast û bang li hemû ol û baweriyan kir ku li hember êrişên qirkirinê yên ku olan ji cewherê wan derdixin, hevgirtî bin.

Oldaran li dijî êrişên qirkirinê banga yekrêziyê kir
11 tîrmeh 2023   07:10
HESEKÊ-HINAR ÎBRAHÎM

Beşdarên 2′yemîn Kongreya Ol û Baweriyan a bi dirûşma "Bi biratiya olan em nirxên mirovahiyê bilind dikin" di 8 û 9′ê Tîrmehê de li bajarê Hesekê hatibû lidarxistin, bal kişandin ser girîngiya rawestandina êrişên li dijî pêkhat û gelên herêmê. Di kongreyê de 300 oldar, nûnerên ji mezhebên olî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rojhilata Navîn û cîhanê beşdar bibûn.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2023/07/10/182004_hyfy-slyman-28medium29.jpg

Endama Meclisa Elewiyan Hêvî Silêman têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî. Hêvî got ji bo bidawîkirina sûc û binpêkirinên bi navê olê li dijî gelên herêmê pêk tên û ji bo ku encamên kongreyê bibin bersiv li hember wan sûcan, pêwîst bû kongre were lidarxistin.

Hêvî bal kişand ser girîngiya lidarxistina mîn van kongre û komxebatan û got: “Lidarxistina kongreyê di vê demê de gaveke pir girîng bû da ku rêveçûn rast be û rastiya her olekê were eşkerekirin. Divê zihniyeta civakê ya hemû ol û baweriyan ji destpêkê ve were pêşxistin, bê zindîkirin û xebata li ser pêşxistina wê bên dewamkirin. Divê em destek bin."

Hêvî anî ziman ku di kongreyê de têkildarî çawaniya dîtina çareseriyan ji bo pirsgirêkên civakê nîqaş hatin pêşxistin û wiha axaftina xwe dewam kir: "Israra me ya lidarxistina mîna van kongreyan ji bo xurtkirina yekitiya me ye û ji bo ku em li hember dijmin û siyasetên li ser civakê bi armanca parçekirina wê tên kirin, bibin bersiv."

′YEKKIRINA CIVAKÊ ERKA ME YE′

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2023/07/10/181934_mhmd-asad-alaysa-28medium29.jpg

Li aliyekî din yek ji şêxên TerîqAta Neqişbendiyê Mihemed Eseed El Îsa anî ziman ku bi salane li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin navê Îslamê de êriş tên kirin û wiha dewam kir: “Ev kirin Îslamê temsîl nakin. Wekî oldar yekkirina civakê erka me ye. Divê em peyama pêxember Mihemed ku banga aştiyê dike û li dijî tundî û qetilkirinê ye, mayînde bikin. Rola me ew e ku em civakê bikin yek û hezkirinê di nava pêkhateyan de bikin."

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2023/07/10/181949_maswm-dyrshwy-28medium29.jpg

Yek ji şêxên Al Dêrşiwî Mahsûm Al Dêrşiwî jî anî ziman ku ola Îslamê ji bo pêşxistin û xizmetkirina mirovan û parastina mafên wan e û got: "Kê ol di qirkirina mirovan de bi kar anîbe, tu têkiliya wî bi olê re tune ye. Ola Îslamê dibêje kê yek qetik kir, wek ku tevahî mirovahiyê qetil dike."

Al Dêrşiwî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Erkeke mezin dikeve ser milê oldaran. Divê nirxên olî di civakê de derxin pêş û li pêşiya kesên ku olê weke dibistanên ji bo pêkanîna armancên xwe yên şexsî bi kar tînin û mirovan didin koçberkirin, bibin mertal."

(fr/c)

ANHA