Rojnameyên erebî: El Colanî û dewleta Tirk li ajanên Amerîkayê digerin

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa herêmên Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, têkiliyên Rûsya-Tirkiye, nêzîkbûna Misir-Tirkiyeyê û bandora wê li ser Îxwan El Mislimîn kir.

Rojnameyên erebî: El Colanî û dewleta Tirk li ajanên Amerîkayê digerin
11 tîrmeh 2023   08:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Exbar der barê rewşa Sûriyeyê de bi maşeta “Li Helebê şer, li Idilbê operasyona ewlehiyê ya berfireh: El Colanî li 'kunê reş' digere” nûçeyek weşand. Di nûçeyê de wiha hat nivîsandin: "Di çarçoveya operasyonên lêpirsînê ên bi çavdêriya dewleta Tirk tên kirin de, baskên ewlehî yên ′Tehrîr El Şam′ vê carê hemleyeke binçavkirinê ya berfireh di nava refên xwe de daye destpêkirin. Hemle li dijî kom û kesayetên fermandar ên ku agahiyên didin aliyên derve û di serî îstîxbarata Amerîkayê de hatiye destpêkirin. Hat ragihandin ku îstixbarata Tirk agahî bi dest xistin ku hin şane ji bo îstixbarata Amerîkayê kar dikin. Li gorî çavkaniyan, nexşeyên gelek navendên hesas ên Tehrîr El Şam, navên cîhadîstên ne sûriyeyî yên li Idlibê dimînin, lîsteyên bi nivîsa destan ên derbarê sazûmaniya rêxistinî ya Heyet Tehrîr El Şam û komên din, lîsteyên navên çekdarên van koman hatine belavkirin. Guman hene ku El Colanî vê hemleyê ji bo jinûve sazkirina 'Heyet Tehrîr El Şam`a xwe' û tesfiyekirina hin kesayetên ku guman li ser dilsoziya wan heye, bi kar tîne.”

′HEVBENDIYA OPORTUNÎSTAN BI DAWÎ BÛ; ERDOGAN LI DIJÎ PÛTÎN RABÛ′

Der barê têkiliyên Rûsya-Tirkiyeyê de jî rojnameya El Ereb wiha nivîsand: "Rûsyayê 3 nîşaneyên dijderketina serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li hember hevalbendê xwe serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn wergirtine û betalkirina serdana Pûtîn ji bo Tirkiyeyê ku dihat payîn meha bê pêk were, wekî bersiveke wê daye. Ev yek dibe ku dawiya ′hevbendiya oportunîstan′ a bi salan dewam kiriye be.

Ruxmî şêwirên di navbera Enqere û Moskovê de yên têkildarî lihevkirina nû ya hinardekirina dexlûdanan bi rêya beravên Deryaya Reş ku dema wê hefteya bê bi dawî dibe, Kremlînê got tu tiştekî nû li ser vê mijarê nîn e.

Ev nakokiya vedigere dema hevdîtina serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky û serokê Tirkiyeyê ya li Stenbolê pêk hatiye. Erdogan di wê hevdîtinê de biryar dabû ku fermandarên tabora Azof ên li Tirkiyeyê dîlgirtî radestî Ukraynayê bike. Erdogan her wiha behsa derfeta tevlêbûna Ukraynayê li NATO′yê kiribû.”

′GELO PIŞTÎ NÊZÎKBÛNA BI MISIRÊ RE TIRKIYEYÊ PIŞTA XWE DA ÎXWNAN?′

Rojnameya Şerq El Ewset jî li ser bandorên nêzîkbûna Misir-Tirkiyeyê li ser koma Îxwan El Mislimîn nûçeyek weşand û wiha nivîsand: "Di çarçoveya nêzîkbûna bi lez a Tirkiyeyê bi Misirê re, desthilata Tirkiyeyê li dijî Îxwanan dest bi operasyona binçavkirinê kir. Di operasyonê de bi dehan ciwanên di nava rêxistina Îxwanan de ku bi salane li Tirkiyeyê jiyan dikin, hatin binçavkirin. Her wiha Tirkiyeyê biryar da ku karên niştecihbûnê yên gelek endamên rêxistin neyên nûkirin. Ev jî tê wateya ku divê di çend hefteyan de ji xaka Tirkiyeyê derkevin."

LÎBYA LI BENDA NEXŞERÊYEKE NÛ YE′

Rojnameya El Beyan a Îmaratê jî têkildarî rewşa Lîbyayê wiha nivîsî: "Lîbyayî li benda ragihandina nexşerêya nû bi awayekî fermî ne. Ev nexşerê ji bo çareserkirina krîza rêveçûna hilbijartinan ji aliyê Meclisa Nûneran û Meclisa Dewletê ve hatibû esasgirtin.

Bendên sereke yên nexşerêyê ev in; avakirina hikumeteke biçûk ku ji pisporên ji welat pêk were û kar û barên dewletê bi rê ve bibe, çavdêriya birêxistinkirina hilbijartin bike û ewlekirina wan misoger bike. Dema namzetiya serokatiya hikumeta nû heta 20 rojan piştî ku însiyatîf were erêkirin, dirêj bike.”

(fr/c)