Di çalakiyên gerîla yên li Botan û Zapê de 7 leşker hatin kuştin

Di çalakiyên gerîla yên li Botan û Zapê de 7 leşkerên artêşa dewlata Tirk a dagirker hatin kuştin.

Di çalakiyên gerîla yên li Botan û Zapê de 7 leşker hatin kuştin
3 tebax 2024   14:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan ên li dijî artêşa dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin:

“Hêrêma Kato;

Me di daxuyaniya xwe ya di 31’ê Tîrmehê de ragihandibû ku di encama êrîşa dijmin ya di 25’ê Tîrmeha 2024’an de ya li qada Kato Xelîla ya herêma Botanê de neferên fedaî yên têkoşîna azadiya Kurdistanê hevrêyên me Benda Amed, Destîna Botan û Baran Xemlîn telî karwanê şehîdan bûne. Girêdayî  agahiyên hêzên me yên têkildarî vê bûyerê; Roja 25’ê Tîrmehê di encama ixbareke xayin de serê sibehî li dijî qada hevrêyên me lê dima, operasyonek hatiye destpêkirin. Hevrêyên me Benda, Destîna û Baran li dijî vê operasyonê bi cesarekete mezin bersiv dane û heya saet 14.00’an bi lehengî li ber xwe dane û şer kirine. Di vî şerê dijwar de 2 dagirker hatine cezakirin. Artêşa Tirk a dagirker ya ku nekariye li hemberî têkoşîna hevrêyên me ya bi lehengî şer bike, encam nestandî û windayên wan çêbûyî, bi saetan qada ku hevrêyên me lê dima bi balafirên şer û helîkopteran bombebaran kiriye. Hevrêyên me Benda, Destîna û Baran di encama van bombebaranên bi saetan de tevlî karwanê şehîdan bûne.

Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

2’yê Tebaxê di saet 12.25’an de bi taktîka sekvaniyê li kamerayeke mobeseyê ya aîdî dagirkeran ya li Qada Berxwedanê ya Girê FM hate xistin û îmhakirin.

2’yê Tebaxê di saet 15.30’an de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Bihar bi çalakiya gerîlayan ya bi koordîne hatin hedeftgirtin û derbe lê hate xistin. Di çalakiyê de; 4 dagirker hatin cezakirin, 2 kamerayên mobeseyê û 3 jî kon hatin îmhakirin ku çalakî ji sê baskan ve bi çekên ferdî û nîvotomatîk hate lidarxistin.

3’yê Tebaxê di saet 00.25’an de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê dema ku ketin nava liv û tevgerê bi taktîka sekvaniyê hatin hedefgirtin û dagirkerek hate cezakirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker, bi teqemeniyên qedexekirî pêk anîn;

Di 1’ê Tebaxê de tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombebarankirin.

Êrişên ku artêşa Tirk a dagirker, pêk anîn;

Di 1 û 2’yê Tebaxê de qadên Qele, Şehîd Şerîf, Berbizina, Girê Şehîd Hêmin, Girê Şehîd Hawar û Lolan ên herêma Xakurkê 6 caran, qadên Deşta, Kafya, Rêbînê, Dêreşê û Heftebax ên herêma Garê 5 caran, qadên Şêlazê, Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê yên herêma Metînayê 2 caran û Qada Berxwedê ya Girê Bahar a Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê jî 2 caran; bi giştî 15 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

Di 1 û 2’yê Tebaxê de Qada Girê Şekîf a Herêma Xakurkê û Qada Berxwedanê ya Dêrgele ya Herêma Metînayê bi helîkopterên êrîşê hatin bombebarankirin.”