​​​​​​​Jiyana Rêber Abdullah Ocalan di xetereyê de ye - Diyaa ÎSKENDER

​​​​​​​Jiyana Rêber Abdullah Ocalan di xetereyê de ye - Diyaa ÎSKENDER
11 tîrmeh 2023   04:47

Çîroka Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û aliyên ev komplo saz kir, ji her kesî re eşkere ye. Saziyên îstixbaratê yên herêmî û navneteweyî bi çavdêriya îstixbarata Amerîkayê (CIA) û îstixbarata Îsraîlê (MOSSAD) bi vê komployê xwest têkoşer Abdullah Ocalan bixin. Di encama vê komployê de Rêber Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de li paytexta Kenyayê Naîrobiyê hat revandin û bi balafireke taybet şandin Tirkiyeyê. Rêber Abdullah Ocalan li girava Îmraliyê ya li Deryaya Marmarayê di hucreyeke yekkesî de hatiye ragirtin. Rejîma Enqereyê cezayê darvekirinê da wî, lê ji ber zextên gel û alîgirên doza Rêber Abdullah Ocalan û ji ber qanûnên Yekitiya Ewropayê, Enqereyê di Tebaxa 2002'yan de cezayê darvekirinê betal kir û cezayê girtina muebbet li Rêbertî birî.

Li şûna ku girtina wî çirûska bandora wî ya li gelên herêmê û cîhanê vemirandiba, lê fikr û felsefeya wî bi rêya pirtûkên ku di hucreyê de nîvisandin, belav bûn. Rêber Abdullah Ocalan têgeha neteweya demokratîk pêşkêş kir û rêgezên şerê gel ê şoreşgerî bi pêş xist ku bi saya wê gelemperiya Kurdistanê, bi taybet Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gihaştiye rewşa xwe ya îroyîn.

Ruxmî girtina vî rêberê têkoşer, lê ramanên wî yên azad ên çareseriyên wî yên demokratîk deng vedan û ji aliyê gelên Rojhilata Navîn û cîhanê ve hatin pejirandin. Girtîgeha Îmraliyê veguherî minareya fikrên azad. Rêber Abdullah Ocalan bi 5 pirtûkên ku wekî parêzname ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê re nîvisandin, projeya neteweya demokratîk wek çareserî ji pirsgirêkên herêmê û cîhanê re pêşkêş kiriye.

Li cîhanê û Rojhilata Navîn bi hezaran rewşenbîr, lêlolîner û akademîsyen xwedî li ramanên Rêber Abdullah Ocalan derketin, ji ber vê yekê rejîma faşîst a Tirk di nava hewldanan de ye, bi taybetî di salên dawîn de tecrîdê li ser wî giran dike, da ku tolê hilîne û pêşî li ber belavbûna fikrên wî bigire. Dewleta Tirk ramanên wî wek riskeke li ser plana xwe ya qirkirina gelê Kurd dibîne û difikire ku dê bi tecrîdê israra Rêbertî lawaz bike û sînorekî li pêşiya têkoşîna gelê Kurd û doza wî ya adilane deyne.

Dewleta Tirk zêdetirî 2 salan e tecrîd girantir kiriye, nahêle parêzer û malbata wî hevdîtinê pê re bikin. Her wiha bêyî tu hincetên qanûnî cezayê bi navê dîsîplînê ferz dike da ku sûdê ji qanûna "mafê hêviyê" negire. Li gorî vê qanûnê jî, girtiyê ku 70 sal derbas kiribe, serbest tê berdan. Ev tecrîd, ceza û binpêkirina qanûnan di nava bêdengiya navneteweyî û rêxistinên têkildarî mafên mirovan de têne kirin.

Dema ku tevahî rêbaz, kirinên derqanûnî û dermirovî nekarîn îradeya gelê Kurd û hêza wî ya siyasî ya li dijî planên mêtingeriyê bişikînin, bi girankirina tecrîdê sînordar nema, vê carê bi planeke qirêjî sûc kir. Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok di hevpeyvîneke li gel Stêrk TV’yê de diyar kir ku dewleta Tirk û rêveberiya Îmraliyê nameyên gefxwarinê yên bênav û bênavnîşan dane Rêber Abdullah Ocalan û di wan nameyan de ji Rêber Apo re digotin “Em ê jehreke wisa bidin te ku tu yê bi wê jehrê bimirî. Kêzikên ku cesedê te bixwin jî dê bi jehrê bimirin.” Dîsa ji Rêber Apo re gotibûn “Tu yê roj bi roj bimirî, lê wê haya te jê tune be.”

Ez dibînin ku ev gef ne tenê şerekî psîkolojîk e ku desthilata dewleta Tirk a dagirker di dirêjahiya ragirtina Rêbertî de li Îmraliyê dimeşîne, lê belê niyeteke eşkere û plankirî ji bo kesayetê neteweyî ye ku erşa pergala faşîst a li Enqereyê û hevkarên wan hêzên şer ên cîhanê têk birin.

Bê guman divê ev gef cidî bên dîtin û bi lez xebat ji bo avakirina ekîbên dozgerî yên ji parêzeran were kirin da ku banga serbestberdana wî bikin. Divê ev ekîb biçe Dadgeha Cezayan a Neteweyên Yekbûyî û Dadgeha Edaletê ya Neteweyên Yekûbyî û dozekê li dijî dewleta Tirk û NATO'yê ya ku Rêbertî girt û radestî Tirkiyeyê kir, pêşkêş bike.

Di heman demê de divê di hemû qadan de têkoşîn were xurtkirin. Divê tevahî saziyên ragihandinê, bi taybetî yên dost ên li Ewropayê seferber bibin, ji ber ku dezgehên ragihandinê yên xwecih bi destê kesên ji ber wan ziyanan dibînin, têne çewisandin û zext li ser wan tê kirin. Divê xebat were xurtkirin û tavilê gilîname ji tevahî rêxistinên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan re werin şandin. Dîsa jî ji bo zext li ser dewleta Tirk a dagirker were kirin û komployên wê yên qirêjî werin teşhîrkirin, her wiha ji bo selametiya Rêbertî û rizgarkirina wî ji planên qetilkirinê, divê her kes dengê xwe bilind bike. Ev tişta herî biçûk e ku em dikarin ji bo Rêbertî bikin da ku wefadarê têkoşîna wî ya demdirêj û fedakariyên wî yên mezin bin.

(bb)