Bi asîmanî û bejahî kantona Efrîn û Şehba tê hedefgirtin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li seranserî bajar û gundên kantona Efrîn û Şehbayê bê navber êriş dikin, di encama êrişan de îro welatiyek şehîd bû, gelek welatî di nav de zarok birîndar bûn.

Bi asîmanî û bejahî kantona Efrîn û Şehba tê hedefgirtin
9 îlon, 2024   23:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji vê sibehê ve êrişeke bejahî û asîmanî bi balafirên bêmirov û xwekuj û çekên giran gundewarên kantona Efrîn û Şehba hedef digirin.

Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran û balafirên xwekuj gundên Merenaz, Malikiyê, Elqemiyê, Şewarxa û Tat Meraş ên bajarê Şera hedef girtin, di encamê de jinek û 2 zarokên wê birîndar bûn.

Di êrişên li dijî gundewarên bajarokê Şêrawayê de, dagirkeran bi tank, guleyên obîs û hewan, balafirên xwekuj gundên Soxanekê, Aqîbê û Dêr Cemalê hedef girtin. Di encamê de welatiyê bi navê Mihemed Saqid (30) ê ji gundê Kefir Nasih bi giranî birîndar bû û piştî rakirin Nexweşxaneya Avîn şehîd bû.

Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî bajarokê Miniq, gundên Eyn Deqnê, Bêlûniyê û Şêx Îsa çekên giran û balafirên xwekuj bi kar anîn, di encamê de 3 cotkar birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên leşkerî, dewleta Tirk a dagirker di êrişên îro de 95 guleyên hewan, 147 guleyên obîsan avêtine herêmê û 25 êrişên balafirên bêmirov û xwekujî bi kar anîne.

Çavkaniyên leşkerî anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov ên xwekuj 10 êriş pêk anîne, ji wan 4 li gundewarên bajarê Şera, 3 li bajarê Til Rifet û 3 li bajarokê Fafîn û gundewarên derdorê.

Li gorî agahiyên nûçegihanê ji herêmê, hîna êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dewam dikin û balafirên bêmirov li asîmanê herêmê ne.

(fr)