Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku endamekî wan ê ji Hesekê şehîd bû.

Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû
9 îlon, 2024   18:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku endamekî wan şehîd bû.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Endamê hêzên me Mihemed Omer di encama krîza dil de roja yekşemê, (8ʹê Îlonê), gihaşta asta şehadetê.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Mihemed Omer

Navê bav: Xeyrî

Navê dayikê: Eyde

 Cih û dîroka tevlêbûnê: Hesekê, 24-6-2016ʹan

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 9-8-2024ʹan.

Ji bo parastina welat, xak û misogerkirina ewlehî û îstîqrarê şehîd Mihemed Omer tev li hêzên me bû. Ji kesên destpêkê yên beşdarî nava hêzên me bû. Di nava hevrêyên xwe de hezkirî bû, heta şehadetê di têkoşînê de dudulî nebû.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxiyê ji malbata şehîd Mıhemed Omer re dixwazin û bejna xwe li hember fedakariyên şehîdên di oxira parastina ewlehiya gelê me de canê xwe dane, ditewînin. Em soza şopandina rêça wan a parastina destkeftiyên şoreşê û gihandina civakeke ewleh û îstîqrar, nû dikin."

(fr)