Li ser rêya Hesekê û Şedadê mayînek hat bêbandorkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mayîneke ji bo armanckirina karwana Koalîsyona Navneteweyî hatibû amadekirin li ser rêya di navbera Hesekê û Şedadê de bê bandor kir.

Li ser rêya Hesekê û Şedadê mayînek hat bêbandorkirin
Li ser rêya Hesekê û Şedadê mayînek hat bêbandorkirin
Li ser rêya Hesekê û Şedadê mayînek hat bêbandorkirin
Li ser rêya Hesekê û Şedadê mayînek hat bêbandorkirin
Li ser rêya Hesekê û Şedadê mayînek hat bêbandorkirin
Li ser rêya Hesekê û Şedadê mayînek hat bêbandorkirin
9 îlon 2024   23:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê bêbandorkirina mayînekê li ser rêya di navbera bajarên Hesekê û Şedadê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Di 7ʹê Îlonê de bi hevkariya Dezgeha Ewlekariya Giştî û Hêzên Taybet (HAT) û li gorî agahiyên Kaolîsyona Navneteweyî operasyonek taybet hat lidarxistin û bi wê re li ser rêya Hesekê û Şedadê mayîneke hatibû çandin hat dîtin.

Ew mayîn ji bo hedefgirtina karwanê hêzên Koalîsyona Navneteweyî hatibû amadekirin.

Yekser Dezgeha Ewlekariya Giştî û hêzên me yên taybet HATʹê, ber bi cihê bûyerê ve çûn, tîma Koalîsyona Navneteweyî bi rêya robotên otomatîkî ew mayîn bê bandor kirin.

Di heman demê de hêzên taybet ên HAT’ê bi temamî rê ewle kirin heta ku îsbat kirin ku mayîn bê bandor bû û ewlehiya rêwiyan misoger bû.

Ev hevkariya berdewam asta koordîneya di navbera hêzên me û hêzên Koalîsyona Navneteweyî de ji bo dabînkirina aramiya herêmê û parastina welatiyan ji metirsiya kiryarên terorîstî nîşan dide."

(fr)