Di êrişên Îsraîlê yên li Sûriyeyê de 14 kes kuştî û 43 birîndar

Artêşa Îsraîlê şevê din li gundewarê Hema û Tertûsê baregehên leşkerî kirin hedef. Di encamê de 14 kes hatin kuştin û 43 jî birîndar bûn.

Di êrişên Îsraîlê yên li Sûriyeyê de 14 kes kuştî û 43 birîndar
9 îlon 2024   09:14
NAVNDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê şevê din baregehên leşkerî yên li derdora devera Misyafê ya  li rojavayê Hemayê û gundewarê Tertûsê kirin hedef.

Hate diyarkirin ku artêşa Îsraîlê 3 caran li pey hev 5 nuqteyên leşkerî kire armanc ku herêma Bihûs El Ilmiye ya li Miyaf a li rojavayê Hemayê û gundê Semeke yê girêdayê navçeya Xirbe Meza yê Tertûsê jî hene.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) ya girêdayî hikumeta Şamê ku agahiyên xwe ji rêveberê Nexweşxaneya El Wetenî ya li Misyafê Fesyel Heyder wergirtiye, Îsraîlê li derdora Misyafê hin baregeh kirine hedef.

Hate diyarkirin ku di encama van êrişan de 5 kes hatin kuştin û 19 jî birîndar bûne.

Li gorî aghaiyên ku du endamên îstîxbaratê yên li herêmê parve kirine, navendeke leşkerî ya sereke ya lêkolînan a taybet bi hilbirandina çekên kîmyewî ya li nêzî Misyafê gelek caran hate hedefkirin. Hate gotin, dibe ku ji ekîpleke pisporên leşkerî yên Îranî yên ku di hilbirandina çekan de cih digirin, pêk tê.

Hate zanîn ku hin moşek li herêmên niştecihan û gund û mezreyan ketine, lê der barê zeraran de agahî nehatin dayîn. Hate destnîşankirin ku moşekek li gundê Semekê yê navçeya Xirbe Meza yê Tertûsê û yek din li gundewarê El Mecid ketin, di encamê de ziyanên madîn çêbûn.

(bb)